Werzişvana Dêrsimî ya ku bi axavtina xwe ya Zazakî bû rojev daxuyaniyek da

31-10-2022
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Erîvan Barut Zazakî Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Werzişvana ji Dêrsim a Bakurê Kurdistanê Erîvan Barut a ku beşdarî bernameyeke TRT Kurdî bibû û hewl dabû xwe bi Kurdî ya Zazakî (Kirmanckî) bîne ziman û li ser medyaya civakî rastî berteken hatibû got, “Li gorî min ev rewş trajediya gelekî ye. Ji vir û pê ve fêrbûna zimanê min dê bê guman di nav xebatên min de be.”

Werzişvana Dêrsimî Erîvan Barut a 21 salî ya ku bibû şampiyonê Şampiyoniya Boksê ya Zankoyên Cîhanê, beşdarî bernameya bi navê Stêrkên Sporê ya TRT Kurdî bû.

Vîdeoya Erîvan Barut a ku di bernameyê de hewl da xwe bi Kurdî ya Zazakî (Kirmanckî) bîne ziman û bi Kurdiyeke ku gelek peyvên Tirkî de bûn axivî, li ser medyaya civakî bû rojev.

Li ser vê yekê werzişvana ciwan Barut li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da.

Banga “Em zarokên Dêrsimê ji zimanê xwe bêpar nehêlin”

Barut ev bûyer wekî "lînçkirinê" bi nav kir û got, “Wek ku her kes dizane, ji ber formata bernameya ku ez di TRT Kurdî de beşdar bûm, ji min hat xwestin ku ez bi zimanê dayikê bi Zazakî (Kirmanckî) biaxivim. Min diyar kir ku ez nikarim bi başî bi zimanê dayikê biaxivim û bi qasî ku karibû min hewl da xwe bînim ziman. Paşê min ferq kir ku ez li ser medyaya civakî hatime lînckirin.”

“Ev rewş trajediya gelekî ye”

Erîvan Barut di berdewama daxuyaniya xwe ya ku di Twitterê de dabû anî ziman, “Ji kerema xwe re zarokên Dêrsimê ji zimanê me yê zikmakî bêpar nehêlin. Hemû ziman vedigerin serdemên pêşdîrokî û heta îro tên. Werin em vê kanzaya ku wek mîrat ji me re maye ji navçûnê rizgar bikin. Li gorî min ev rewş trajediya gelekî ye. Ji vir û pê ve fêrbûna zimanê min dê bê guman di nav xebatên min de be. Ez tenê kesek ji nifşên dawî yên bajarekî çiyayî me. Hejmara ciwanên ku wek min biyaniyê zimanê me ne, yan jî ji min xerabtir, ewqas zêde ye ku ez nikarim bînim ziman.”

“Ev pirsgirêka me hemûyan e, ya civakê ye”

Werzişvana ciwan Barut her wiha hesaba TRT Kurdî tag kir û got, “Ez werzişvaneke ciwan a Dêrsimî me. Ji ber ku Erîvan li cîhanê nûnertiya Dêrsimê dike, nayê wê wateyê ku ew ê karê xwe neke. Madem min aliyekî me yê ku ber bi têkçûnê ve diçe eşkere kir, ez dixwazim teşwîq bikim ku em li ser bifikirin ku ev pirsgirêka me hemûyan e, ya civakekê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst