Fakibaba: Malbata Yildiz gef li min xwarin

31-10-2022
RÛDAW
Nîşan Ahmet Eşref Fakibaba Îbrahim Halil Yildiz Malbata Şenyaşar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê AKPê yê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba ragihand ku kesekî ji malbata Parlamenterê AKPê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz gef li wî xwariye.

Ahmet Eşref Fakibaba ku berî çend rojan ji AKPê û parlamenteriyê îstifa kir, derbarê rojevê de ji medya Tirkiyê re axivî û got, “Ez ji ber amadekirina lîsteya parlamenteriyê ya sala 2018an û Malbata Şenyaşar ji AK Partiyê cuda bûm.”

Fakibaba got, “Lîsteya parlamenteriyê ya AK Partiyê li ser maseyê hat amadekirin û ne li gor rastiyên bajêr bû. Wê demê gelek zerar dane min. Xebera min ji lîsteyê nebû, lê kesên di lîsteyê de cih negirtin, min tawanbar kirin. Wiha nîşan dan ku qaşo min lîste amade kiriye. Min dijî hinekan doz vekir, bi hinekan re jî tiştê nexweş qewimîn. Herwiha wê demê, şaredarekî AK Partiyê berî demançeya xwe da Serokê Şaxa Navçeyê ya AK Partiyê, ku li wî bide. Dema ez dibêjim dadmendî nîne, vala nabêjim.”

Fakibaba derbarê nakokiyên ligel parlamenterê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz de jî got, “Min piştî sala 2018an faîz û kedxwarî dît lê em vê xelet nekin. Em dibêjin malbata Yildiz? Di malbata Yildiz de karsazên gelekî baş hene. Karmendên baş hene. Lê dema ez piştî bernameyeke televîzyonê çûm mêvanxaneya dewletê, 10-15 kesên ku tên heqaretê li min dikin, diqîrin û demjimêr yekê şevê xeberên pîs didin hene. Dema em van dixin mêzînê neheqiyek heye. Tenê ne heqaret di heman demê de gef jî xwarin. Eger min bigirtana, dibe ku min bikuştana, li min bidana. Ez wê nizanim. Ev bûyereke girîng e. Doza min û Îbrahim Halil Yildiz berdewam e. Ez bi wî re bi telefonê axifîm, piştre birayê wî geriya û 10-15 kes hatin. Heqaret kirin û xeber dan. Eger ez li wê derê bûma, dibû ku derî bişkandana û biketana hundir. Dibû ku ez bimrama.”

Pirsgirêka duyem Malbata Şenyaşar bû. Bûyerek bêşans. Xwezî 8 parlamenter nehatana hilbijartin û tiştek bi ti mirovekî nehata. Serê her du malbatan sax be. Dema ez wezîr bûm, telefonek ji min re hat û gotin `bûyereke terorê heye û birayê parlamenter canê xwe jidest daye. Dema ez hatim nexweşxaneyê jî min nizanibû ji Malbata Şenyaşar kesekî canê xwe jidest daye. Min ji malbata Yildiz yek wergirt û min berê xwe da Rihayê. Dema ez bi rê ketim dengekî zêde yê guleyan hat. Ji ber zanyariyên ku min wergirtibûn, min gotibû ev bûyereke terorê ye. Ez gelekî xemgîn im. Min piştre di bernameyeke televîzyonî de got: `min gotibû bûyereke terorê ye, lê ne teror e.”

Fakibaba herwiha dibêje, “Berî 10 rojan dîsan gefeke cidî li min xwarin. Min yekser serî li dozgeriyê da. Paşnavê wî Yildiz bû. Dê dozger û dadwer biryarê bidin. Ez wê demê derbarê hatina 10-15 kesan de bo mêvanxaneyê, ku li min bidin ligel Îbrahim Halil Yildiz axivîm. Me tiştên gelek nexweş ji hev re gotin. Li Tirkiyê hemû kes dizane ku mirovên çavsor dikarin çi bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst