Mijara vegerandina malbatên DAIŞê li Hewlêrê hat gotûbêjkirin

31-10-2022
Helebja Sadon
Gelek welatan dest bi vegerandina welatiyên xwe yên di kampê de kirine
Gelek welatan dest bi vegerandina welatiyên xwe yên di kampê de kirine
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev demeke behsa valakirina Kampa Holê tê kirin, ji ber wê yekê jî gelek welatan dest bi vegerandina welatiyên xwe ji wê kampê kirine.

Ji sala borî ve Iraqê dest bi vegerandina malbatên çekdarên DAIŞê yên li Lampên Rojavayê Kurdistanê kiriye, Iraq dixwaze wan malbatan di çend qonaxan de vegerîne.

Li Hewlêrê civînek derbarê vegerandina malbatên çekdarên DAIŞê yên Iraqî hat li darxistin, têde nûnerên saziyên dadwerî û civakî yên Iraqê beşdar bûn.

Seroka Tîma Hevgirtina Civakî li (Programa UN ya Geşepêdanê) dibêje, heta niha Iraqê 550 malbat ji kampa Hol derxistine û ji bo navçeyên wan vegerandine.

Seroka Tîma Hevgirtina Civakî li UNDP Nadiya Xalid dibêje niha derdora 550 malbat ji Kampa Holê bo navçeyên xwe hatine vegerandin.

Seroka Tîma Hevgirtina Civakî li UNDPê Nadiya Xalid got: “Niha derdora 550 malbat bo navçeyên xwe hatine vegerandin û piraniya wan li parêzgehên Enbar, Neynewa û Selahedîn. Rewşa van malbatan ji aliyê hikûmetê ve tê şopandin û piştevanî ji aliyê rêxistinên civaka sivîl jî heye. Qebûlkirineke gelekî baş heye ji bo van malbatan, ji ber ku piraniya wan jin û zarok in. Ji ber rewşa zehmet ya kampa holê ku ev malbat rastî rewşeke xirab hatine, qebûlkirinek ji akliyê civakê ve heye. Raste ku tirsek li cem beşekê din yê civakê heye, lê peywendiya istratîcî di navbera hikûmet û rêxistinên netewên yekbûyî li gel rêxistinên xucehî roleke alîkar hebû ku ev malbat di nava civakê de werin qebûlkirin.”

Herwiha derbarê pêdana nasnameyê Rêveberê Ofîsa Bexda ya Komisyona Bilind a mafê Mirovan Wîsam El Rebîhî ji Rûdawê re ragihand Wezareta Navxwe li kampên koçberan tîmên taybet ji bo dana belgeyan ava kiriye û tenê hin dosye hene ku rewşa wan taybete ew jî ew kes in ku bavê wan endamê DAIŞê bû.

Rêveberê Ofîsa Bexda ya komisyona Bilind ya mafê Mirovan Wîsam El-Rebîhî dibêje: “Berî çend rojan, hikûmeta Iraqê biryar da ku hemû koçberên Iraqî yên ku pêwîstiya wan bi derxistina belgeyên kesayetî hebe, ji dana pereyan efû bike. Herweha komisyon jî weku çavdêr bi awayekî rasterast û meydanî proseya dana belgeyan dişopîne. Wezareta navxwe li kampên koçberan tîmên taybet ji bo dana wan belgeyan ava kiriye, ji bilî wan rewşên pir aloz, weku wan keasên ku bavê wan tune ne. Tu dizanî, hinek ji wan bavê wan di nava rêxistina DAIŞ ya terrorist deye û ji ber vê yekê jî pilanek li cem encumena dadwerî heye û em sipasiya wan dikin ji ber ku di vî warî de gelekî hevkar in ji bo dîtina çareseriyên biliz di van rojên bê de.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst