Foruma MERI 2022 serkirdeyên Iraq û Herêma Kurdistanê tîne ba hev

Hewlêr (Rûdaw) – Foruma Enstîtuya Lêkolînên Rojhilatê Navîn (MERI) a bin navnîşana "Iraq bo Hemûyan” li Hewlerê bi sponseriya Tora Medyayî ya Rûdawê despê kir. Biryar e Serok Herêam Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û balyozên welatên weke Amerîka, Almanya û Îtalya li Iraqê û gelek siyasetmedar, dîplomat, rûspiyên pêkhateyên etnîkî û olî û akademîsyen dê wek axaftvan beşdar bibin.

Li bin navnîşana "Iraq bo Hemûyan” îro Sêşemî 31 Cotmeha 2022yan li Kelha Hewlêrê Foruma MERI 2022 bi paneleke taybet a bi navê “Pêşîlêgirtina tundrewiyê li Iraq û Rojhilatê Navîn” destpê kir û dê du rojan dom bike ku 12 panelan li xwe digire.

MERI di bin banê Foruma “Iraq bo Hemûyan” de, serkirde, siyasetmedar û nûnerên welatên biyanî, akademîsyen, rêber û nûnerên pêkhateyên etnîkî û olî yên Iraq û Herêma Kurdistanê weke axaftvanên panelan cur bi cur tîne ba hev.

Di Foruma MERI 2022 de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Şêwirmendê Stratejîk ê Mîsyona Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Adam Ravnkilde, Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî, Balyozê Almanyayê li Iraqê Martin Jaeger, Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski, Balyozê Îtalya li Iraqê Maurizio Greganti û Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û çend siyasetmedar, dîplomat, rûspiyên pêkhateyên etnîkî û olî û akademîsyen amade dibin.

Panela yekem li Kelha Hewlêrê bû

Rûniştina yekemîn a forumê ku îro danê êvarê bi panela bi navê “Pêşîlêgirtina tundrewiya li Iraq û Rojhilata Navîn” destpê kir, tê de Lêkolerê MERIyê Kamaran Palanî,  Lêkolerê ji Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî ya Norwêcê Kari Osland û Şêwirmendê Bilind ê Stratejîk yê Mîsyona Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Adam Ravnkilde beşdar bûn.

Moderatorê panelê Lêkolerê Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî ya Norwêcê Morten Boas bû.

Mijarên girîng dê bên axaftin

Mijara panela ewil a sibê ya forumê "Nêrîneke berfireh bo Rojhilata Navîn û dînamîkên hêzê" ye.

Mêvanên panelê ku dê ji aliyê Balyozê Iraqê li Almanyayê Lukman Faily ve were birêvebirin, ji Ofîsa Karûbarên Rojhilata Nêzîk a Wezareta Derve ya Amerîka Steve Bitner,  ji Enstîtuya Rojhilata Navîn a Amerîkî Randa Slim û ji Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî Walî Nasr ne.

Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev û ji Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Navîn a Tehranê Kayhan Barzegar dê wek axaftvan beşdarî panela bi navê “Aktorên herêmî yên li derdora Iraqê” bibin ku  ji aliyê Lahib Higel ê ji Koma Krîza Navneteweyî ve dê were birêvebirin.

Plasschaert dê li ser îdare û reforman biaxive

Di rûniştina çaremîn a forumê de dê mijara “Pirsa hikûmet û çaksaziyê li Iraq û Herêma Kurdistanê” were gotûbêjkirin.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert û Cigîrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî weke axaftvan beşdar dibin, moderatoriya panela jî ji Saziya Medya û Civaka Sivîl Talar Mumtaz Nore ye.

Serokê Tevgera Vefa ya Iraqî Ednan El Zurfî, ji Hevpeymaniya Fetih Mihemed Selîm El-Gabban û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Emînkî dê di panela bi navnîşana "Avakirina dewletê li Iraqê: Tekoşîna li dijî şikestina Iraqê û vegerandina serweriya wê" de amade bin. Rojnamevan Zeyneb Rebîa dê moderatoriya panelê bike.

Pirsa sîstema darayî ya Iraqê û sektora taybet

Di rûniştina şeşemîn a forumê de “Çaksazaiyên sîstema darayî ya Iraqê: Rola hikûmet û sektora taybet” dê were gotûbêjkirin.

Rêvebirê Koma Banka Cîhanî ya Iraqê Richard Abdulnûr, Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Cemal Koçer, Ji Yekîneyên Bankeyên Taybet ên Iraqê Mihemed Handal û CEO yê Iraqî Rabee Securitiesê Şivan Îbrahîm Taha beşdarî panela bi moderatoriya ji Komîsyona Ragihandin û Medyayê ya Iraqê Ava Nadir bibin.

Mesrûr Barzanî dê behsa armancên Herêma Kurdistanê bike

Roja duyemîn a Foruma MERI 2022an dê bi panêleke bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi dawî bibe.

Di panela bi sernavê “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li pêş dinêre: Stratejî, kêşe û derfet” de Serokwezîr Barzanî dê bersiva pirsên Randa Slim ji Enstîtuya Rojhilata Navîn a Amerîkayê bide.

Di bernameya forumê ya roja Çarşemê 2yê Mijdarê de jî mêvanên girîng bên cem hev û li ser mijarên girîng gotûbêjan bikin.

Di roja dawî ya forumê de çar panel hene

Di panela "Sîstema siyasî ya Iraqê: Nirxandina lawaziyên karkirinê" de ku bi rêveberiya Nûr Mecîd dibe, siyasetmedar û rêberê olî Ebdulhelîm El-Zuherî, rojnamevan Ehmed Molla Telal, Şêwirmendê Serokomarê Iraqê Amir El Kinanî û yek ji rêveberên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Sadî Ehmed Pîre amade dibin.

Balyozên sê welatên mezin amade dibin

Di panela bi navnîşa "Krîzên piralî yên Iraqê: Pêşanî û perspektîfên hevkarên navneteweyî" de, balyoz ê sê welatêm mezin dê li ser Iraqê biaxivin.

Di panela bi moderatoriya cîgira berê ya Iraqê Tanya Gilî Xeylanî de, Balyozê Almanyayê li Iraqê Martin Jaeger, Balyozê Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski û Balyozê Îtalyayê li Iraqê Maurizio Greganti beşdar dibin.

Rewşa Kurdên Êzidî û Kirîstiyanan dê were gotûbêjkirin

Di rûniştina 10emîn  a forumê de dê rewşa berê û niha ya Kurdên Êzidî û Kirîstiyanan were nîqaşkirin.

Panela ku ji Enstîtuya Aştiyê ya Amerîkayê Serheng Mehesaîd moderatoriya dê bike, weke mêvan Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, Endamê Encûmena Bilind a Rûhanî ya Êzidiyan Baba ŞêxElî Îlyas Hacî Nasir, Metranê Keldanî yê Mûsil û Akrê Necîb Mîkaî Mûsa çalakvana Kurda Êzidî Maya Hayrî Seîd Beg û Parêzgarê Mûsilê Necim Cuburî ne.

Mêvanê panela dawî Nêçîrvan Barzanî ye

Panela bi sernavê "Rola parlamentoyê di avakirina dewleta Iraqê de: Karên pêşanî û zehmetî" ku bi moderatoriya Serokê MERI Dr. Dîlaver Eladîn dibe, mêvanê wê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ye.

Di rûniştina dawî ya Forumê de dê mijara “Iraq bo hemûyan” bê nîqaşkirin.

Di vê rûniştinê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê bersiva pirsên Serokê Encûmena Şêwirmendiya Iraqê Ferhad Eladîn bide.