Mesrûr Barzanî û Plasschaert pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

31-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir. Barzanî û Hennis-Plasschaert kir tekezî li ser çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê 31ê Cotmeha 2022yan, li Hewlêrê pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir. Di civînê de Barzanî û Hennis-Plasschaert kir tekezî li ser çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kirin.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de herdu aliyan proseya siyasî û rewşa giştî ya Iraqê piştî destbikarkirina hikûmeta nû nirxandin û tekezî li ser wê yekê kirin ku divê hemû alî piştevan bin ji bo serxistina karnameya hikûmeta nû, da ku bikarin bêyî ciyawazî xizmeta hemû welatiyan û pêkhateyên Iraqê bike û pisgirêkên berdewam ên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûrê çareser bike.

Di beşeke din a civînê de çaksaziyên Kabîneya Nehem, bi taybetî proseya avakirina jêrxaneke dîjîtal li Herêma Kurdistanê, hat gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst