Li Rihayê melayek li xwendekarên kursa Quranê dide

31-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Nakipxan ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê li kursa xwendina Quranê melayek heqaretê li 5 xwendekarên ku paqijiyê dikin dike û şeqaman li wan dide. Piştî belavkirina wan dîmenan li ser medyaya civakî tê îdîakirin ku derbarê wî melayî de lêpirsîn hate destpêkirin.

Li gor dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin şeva borî kesekî ku li kursa Quranê dersê dide li xwendekaran dide û heqaretê li wan dike û dibêje: “Ez bi were nikarim şer bikim. Bes e êdî, divê hûnê pabendê vê derê bin."

Ew kesê ku li xwendekaran dide dema dibîne kesek bi telefonê dîmenan dikşîne dibêje “ew kî ye kî!” û hewl dide wî kesî bigre.

Li ser belavkirina van dîmenan tê îdîakirin ku îro Duşemê 31ê Cotmeha 2022ê derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst