Li Îdirê 68 cûre balinde hatin tomarkirin

31-10-2022
RÛDAW
Nîşan Îdir Balinde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li mêrgên derdora gundê Erhacî ya li quntarê Çiyayê Agirî ya ser bi parêzgeha Îdir a Bakurê Kurdistanê 68 cureyên balindeyên koçer û xwecihî hatin tomarkirin.

Di demsala payîzê de, balindeyên ji bakur ber bi başûr ve koç dikin, li Îdir a ku dikeve bakurê rojhilatê rêya wan radiwestin û demekê lê dimînin piştî wê rêwîtiya xwe berdewam dikin.

Piraniya van balindeyan ji bo ku ber bi Afrîqayê ve koç bikin vê rêyê bikartînin, ji ber ku ev der bo çêreya wan bi bereket e, zozan in, av û keskahiya wê zêde ye û wek navenda xwe ya bêhvedanê bi kartînin.

Li vê mêrga ku balinde lê kombûne Rêveberiya Parastina Xwezayê û Parkên Nîştimanî ya Îdirê, Zankoya Îdirê û zanyarên balindeyan lêkolînek dane destpêkirin.

Li gorî encamên van lêkolînan heta niha 68 curên balindeyên ku li vê derê hene hatine tomarkirin.

Xebatên wan ên lêkolînê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst