HPG: Têkoşer Zagros bi çeka kîmyewî şehîd bû

31-10-2021
RÛDAW
Nîşan Têkoşer Zagros PKK HPG Artêşa Tirkiyê Avaşîn Zap
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HPGê ragihand ku gerîlayê wan ê bi navê Têkoşer Zagros di encama êrişa “bi çekên kîmyewî û gazên jehrî” de jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye, daxuyaniyek belav kir û ragihand ku artêşa Tirkiyê li ser bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî li dijî gerîlayan berdewam e.

Li gor daxuyaniya HPGê, gerîlayên wan roja 26ê Cotmehê bi “taktîka sabotajê” li leşkerên Tirkiyê da ku li derdora Dola Nodî û Sirta Mêzê yên girêdayî Avaşîn bicih bûbûn û li gor daxuyaniyê, “bi kêmanî leşker hat kuştin. Tirkiyê bi helîkopteran windayên xwe ji qadê rakirin.”

HPGê diyar kiriye ku roja 29ê mehê jî leşkerên li devera Kela Bêdewê ya herêma Zapê bûn, bûn armancaa gerîlayan û “cihên hatinbûn hedefkirin, bi îsabet li wan hate dayîn.”

Li gor daxuyaniya HPGê artêşa Tirkiyê li dijî hêzên wan “hemû derfetên teknîkî xistine dewrê” û roja 10ê Cotmehê “carekî din sûc kiriye, bi dijwarî bi çekên kîmyewî û gazên jehrî bombe li Qada Berxwedanê ya Werxelê baranadiye.”

HPGê ragihand ku di encama wê êrişa “bi çekên kîmyewî û gazên jehrî” de gerîlayê bi navê Erhan Şahîn bi nasnav Têkoşer Zagros ku ji Colemêrgê bû, jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha HGPê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser girîngiya rol û xebata Têkoşer Zagros kiriye û sersaxî ji malbat û gelê Kurdistanê re xwestiye.

HPGê berî niha jî ragihandibû, 4 gerîlayên wan beriya du heftiyan roja 10ê Cotmeha 2021an li devera Avaşîn “di bombebarana bi çekên kîmyayî ya artêşa Tirkiyê de” canê xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê ji roja 23ê Nîsana 2020an ve operasyoneke berfireh li herêma Kanî Masê ya dikeve nav sînorê Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin ku heta niha berdewam e û rojane ew herêmên sînorî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên topbaran û bombebarankirin.

Herwiha Artêşa Tirkiyê roja 15ê Hezîrana 2020an bi rêya hêzên esmanî operasyona bi navê Pence-Baz, roja 17ê Hezîranê jî hêzên bejayî operasyona bi navê Pence-Piling û di dawiya Nîsana 2021ê de jî operasyona bi navê Pence-Birûsk li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst