‘Dîplomasî û xebata Necmeddîn Kerîm ji bo hemû Kurdistanê bû’

31-10-2021
Zinar Şîno
Necmeddîn Kerîm di yekemîn salvegera wefata xwe de li Parîsê hat bibîranîn
Necmeddîn Kerîm di yekemîn salvegera wefata xwe de li Parîsê hat bibîranîn
Nîşan Necmeddîn Kerîm Kurdistan Osman Baydemîr Hesen Şerefî Kendal Nezan Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Elî Dolemerî
A+ A-

Parîs (Rûdaw) - Siyasetmedar û parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm di yekemîn salvegera wefata xwe de li Parîsê hat bibîranîn. Cîgirê Yekem ê Berpirsê Giştî yê PDKÎ û Şaredarê berê yê Amedê, tekez kirin ku dîplomasî, xebat û lobiya Necmeddîn Kerîm ji bo her çar perçên Kurdistanê bû.

Di panelekê de ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve hat sazkirin, siyasetmedarên Kurd ên ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kom bûn û behsa ezmûn, jiyan û girîngiya rol û xebata Dr. Necmeddîn Kerîm kirin.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan, dostaniyeke gelek nêzîk a 30 salî ya berdewam li gel Necmeddîn Kerîm hebûye.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan, dibêje, “Berî her tiştî dostekî min ê gelek nêzîk bû, 30 salan me bi hev re ji bo doza Kurdî xebat kir. Destpêkê di çarçova Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û paşê jî Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê me bi hev re damezrandibû. Rast e Dr. Necmeddîn ji Kerkûkê bû, Kurdê Başûr bû, lê Kurdistanî bû, bi Kurdên hemû perçeyên Kurdistanê, Kurdên diyasporayê re peywendiyên wî hebûn, piştevanî û alîkariya wan dikir. Ji sala 1989an ve wek endam û cîgirê serok, beşdarî hemû çalakiyên me yên li Ewropayê dibû û me bi hev re gelek çalakî li Washingtonê, Amerîkayê jî çêkirin.”

Siyasetmedarê naskirî, parlamenterê berê yê Rihayê û şaredarê berê yê Amedê Osman Baydemîr, Necmeddîn Kerîm wek dîplomatekî seranserê Kurdistanê dide naskirin û pêşniyaz dike ku bi navê Necmeddîn Kerîm konferanseke salane ya Kurdan li ser têkiliyên navdewletî û dîplomasiyê bê sazkirin.

Siyasetmedar û şaredarê berê yê Amedê Osman Baydemîr, radigihîne, “Kek Necmeddîn Kerîm, dîplomasiya wî, xebata wî, bi qasî ku ez bûm şahid, ji bo her çar perçeyên Kurdistanê bû. Herwiha li Washingtonê jî wan deriyên dîplomasiyê ku wî dizanî û bi keda xwe vekirîbûn, ew hemû ji bo Bakurê Kurdistanê jî vekirin. Lewma ez banga xwe dubare dikim ku di salên pêşiya me de bi navê Necmeddîn Kerîm, her çar perçe û hemû hizbên Kurdistanî bikarin nûnerên xwe yên dîplomasiyê di konferansekê de bînin cem hev û li ser dîplomasiyeke hevbeş bikarin nîqaşekê bidin meşandin.”

Cîgirê Yekem ê Berpirsê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) tekez dike, karê lobiyê yê Necmeddîn Kerîm li Amerîkayê bêyî cudahî ji bo hemû Kurdan bû.

Cîgirê Yekem ê Berpirsê Giştî yê PDKÎ Hesen Şerefî, diyar dike, “Dostekî gelek nêzîk ê li rêberên partiya me û xoşewîstekî têkoşerên hizba me bû. Bi rastî kesayetekî niştimanî yê rasteqîn, Kurdperwerekî rasteqîn bû, li her cihekî bûya dengê Kurdan bi giştî bû, li her cihekî bûya lobî ji bo Kurdan bi giştî peyda dikir.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fransayê Elî Dolemerî, rola Dr. Necmeddîn Kerîm a ji bo pêkanîna referandumê li Kerkûkê, bilind dinirxîne.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fransayê Elî Dolemerî, tekez dike, “Dr. Necmeddîn Kerîm roleke gelek karîger hebû. Yek ji wan kesan bû ku pêdagirî kir ku divê referandum li Kerkûkê jî pêk were.”

Di çarçova wê merasîmê de piştî axaftinên panelîstan, belgefîlma Rûdawê ya derbarê jiyana Necmeddîn Kerîm de hat nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst