Osman Baydemîr: Yan dê Kurdistanê qebûl bikin an dê bibin cîranên Kurdistanê

Parîs (Rûdaw) – Siyasetvanê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê, Osman Baydmeir ragihand, divê Kurd li koka xwe ya Kurdistanî vegerin û got, “Lazim e dagirker bizanibin ku ew axa niha weke mêvan lê ne, yan dê wek Kurdistan qebûl bikin an jî dê di paşerojê de bibin cîranên Kurdistanê.”

Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Parlamenterê berê yê HDPê yê Rihayê, Osman Baydemir îro Yekşemî 31ê Cotmeha 2021an li Parîsê beşdarî di çalakiya bîranîna Parêzgarê Kerkûkê yê berê Necmedîn Kerîm de kir ku ji aliyê Enistîtuya Kurdî ya Parîsê ve hatibû organîzkirin û derbarê bûyera li Sêrtê ya nîqaşa di navebra welatiyekî Kurd û Seroka IYI Partiyê Meral Akşener de li ser Kurdistanê ji peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno re axivî.

Osman Baydemîr piştevaniya xwe bo gotinên welatiyê Kurd ê ji Sêrtê Cemîl Taşkesen anî ziman û got: “Li ser destûra we û destûra temaşevanên we, ew biraderê me (Cemil Taşkesen) ez dilê wî maçî dikim, bi rastî jî mala wî hezar car ava û ew der Kurdistan e û Kurdistan hezar caran ava. Lazim e dagirker bizanibin ku ew axa niha weke mêvan lê ne, ew axa yan dê wek Kurdistan qebûl bikin an jî dê paşerojê de bibin cîranên Kurdistanê.”

Baydemîr amaje bi siyaseta înkarkirina gelê Kurd û çarenivîsa rejîmên înkarker li Rojhilata Navîn kir û diyar kir, “Sedam jî Kurdistan nas nedikir ku xwedî hêzeke diyar bû. Rejîma Beis a Sûriyê jî Kurdistan nas nedikir. Rewşa rejîma Beisê îro li Rojhilata Navîn diyar e.”

Baydemir behsa hewldanên aştiyane yên gelê Kurd di dirêjiya dîrokê de kir û da xuyakirin, tevî ku gelê Kurd tim destê xwîşk û biratiyê dirêj dike, lê aliyên beramber “ji xwîşk û biratiyê fêm nakin”. Baydemir wiha got, “Divê em baş bînin bîra xwe ku mixabin ev hezar sal in Kurd destê xwe yê xwîşk û biratiyê dirêjî wan dike. Bi tayebtî di vê sedsala dawiyê de em ji bo xatirê şer û pevçûn çênebin û mafê me bên naskirin me destê xwe dirêjî wan kiriye, lê mixabin ew ji xwîşk û biratiyê fêm nakin.”

Siyasetvanê navdarê Kurd, Osman Baydemir di beşeke din ji axavtina xwe de amaje bi helwêsta xirab a Seroka IYI Partiyê Meral Akşener li hember welatiyê Kurd ê li Sêrtê û desteserkirina wî piştî bikaranîna navê Kurdistanê kir û nerazîbûna xwe wiha nîşan da, “Meral Akşener yek jî opozisyona herî bihêz e, lê mixabin ew Kurdistanê nas nake. Kesek dibêje ‘ev der Kurdistan e yekser tê desteserkirin’. Hêj Meral nebûye desthilatdar ev yek tê encamdan, gelo ew bibie desthilatdar dê ka çi bike.”

Baydemir bi gotina, Divê em weke Kurdên çar perçeyên Kurdistanê bizanin ew me weke xwîşk û bira qebûl nakin û me weke xwe nabînin, tekezî lkir ku Kurd divê li koka xwe ya Kurdistanî vegerin û got, “Divê em li koka xwe vegerin û li koka xwe xwedî derbikevin û koka me Kurdistanî ye û Kurdistan jî ne çar e, lê yek e. Dema ew sînorên hatine danîn ji bav û kalên me nepirsîn û ji me jî nepirsîn. Lê divê îro me Kurdistanê bixin di nav dil û mejiyê xwe de weke wî biradarî me Cemil kirî. Wê demê ti dagirker dê nekare Kurdistanê tine bike. Heta yek Kurd hebe Kurdistan dê di dilê wî de bijî û dê mayinde jî bibe.”

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, roja Pêncşemê 28ê Cotmehê serdana parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê kiribû û li navçeya Misircê li nav bazara bajêr geriyabû.

Li navçeya Misircê, di dema serdana Meral Akşener bo cem esnafan de welatiyekî Kurd ê bi navê Cemîl Taşkesen ji Akşener re gotibû, “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”

Piştre ew welatiyê Kurd di saetên serê sibeha Înê 29ê Cotmehê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hat desteserkirin. Rêveberiya Asayişa Sêrtê di daxuyaniyekê de diyar kir, ew welatî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve bi “propagandaya terorê” hatiye tohmetbarkirin.

Bûyera nîqaşa navbera Cemîl Taşkesen û Meral Akşener û paşê desteserkirina wî, bû rojeva germî a Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û herwiha medyayê û torên civakî, bi hezaran Kurdan peyamên piştgirî û destxweşiyê bo Taşkesen parve kirin û daxwaza azadkirina wî kirin.

Her heman rojê, bi şev welatiyê Kurd ê ji Sêrtê, Cemîl Taşkesen hat berdan û di yekemîn daxuyaniya piştî azadkirinê de ji Rûdawê re got, “Ji min pirs kirin ka ev der ku der e û min jî dubare got ku ev der Kurdistan e.”

Osman Baydemîr jî di sala 2017an de ji ber bikaranîna navê Kurdistanê di parlamentoya Tirkiyê de bûbû rojeva Tirkiyê û her çar parçeyên Kurdistanê.

Baydemîr wê demê di civîna parlamentoya Tirkiyê de ragihand, “Ez wek zarokekî Kurd, wek nûnerê Kurdistanê tiştê ku ez dixwazim ew e ku ev ban bibe banek hevpar a Tirk û Kurdan.”

Li ser bikaranîna navê Kurdistanê, parlamenterên Tirk ên partiyên di parlamentoyê de û bi taybet jî parlamenterên AK Partiyê bertekên tund nîşan dan û alozî derket.

Piştre Cîgira Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyê Ayşenur Bahçekapili ji Baydemîr pirsî, “Kurdistan kuder e?”. Baydemîr jî di bersivê de destê xwe tê rastê da ber dilê xwe û got: Aha ev e birêz Serok, aha evder e Kurdistan.

Baydemîr ji ber bikaranîna navê “Kurdistan” bi awayekî demkî ji parlamentoya Tirkiyê hat derxistin.

Li Tirkiyê her ji dema hilweşîna împeratoriya Osmanî û damezrandina Komara Tirkiyê bi serokatiya Mistefa Kemal Paşa (Ataturk), hebûna Kurdan û welatê wan “Kurdistan” bi awayekî sîstematîk û bi qanûnan hatiye qedexekirin.