Nivîskar û wergêr Fahriye Adsay hat desteserkirin

31-10-2020
Nîşan Fahriye Adsay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û wergêr Fahriye Adsay li mala xwe ya Amedê hat desteserkirin. Lê nehatiye zanîn ka Adsay li ser çi û bi çi hincetekê hatiye desteserkirin. Parêzerê wê, Îbrahîm Guçlu eşkere kir Fexriya Adsay ji ber lêpîrsîneke Serdozgeriya Balikesîrê hatiye desteserkirin û dê bo îfadedayînê bo Balikesirê were veguhestin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, roja Şemiyê 31ê Cotmeha 2020ê polîs çûne mala nivîskar û wergêr Fahriye Adsay a Amedê û ew desteser kirine.

Rêveberê Giştî yê Weşanxaneya Avesta Abdullah Keskin li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku nivîskar û wergêr Fahriye Adsay ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin. Keskin nivîsiye: “Nivîskar û wergêr Fahriye Adsay vê sibê demjimêr 06:30an ji aliyê polîsan ve ji malê hatiye derxistin û ew birine TEMa Amedê. Adsay herî dawî nameyên Tolstoy û Gandhi, “Nameyek ji Hinduyekî re” wergerandibû ser Kurdî. Em hêvîdar in kêlî berî kêliyê were berdan.”

Îbrahîm Guçlu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku ew êvarê wek parêzer û hevalekî wê çûye rêveberiya ewlejiyê û bi wê re danûstandin kir û got: “Min ji Fahriye Xanê agahdarî girt ku dê îro di saet 21.00an de wê bibin Balikesîrê. Wê demê girtina Fahriye Xanê balkêştir bû. Ji wê re tu sedem jî nehatiye diyar kirin. Min jî xwest ku agahdarî bigrim.Di emniyetê de di ew saeta dereng de kesê berpirsiyar yê agahdarî bide min jî tune bû.

Guçlu herwiha got: “Ez gor ceribandin û prosedura hiqûqî di wê baweriyê de me ku dozgerê Balikesîrê bi wesîleyekê di derbarê Fahriye Xanê de lêpirsînek vekiriye. Ji bona lêpirsînekê gazî Fahriye Xanê kiriye. Lê ew neçuyê dozger. Dozger bi rêya desteserkirinê wê dibe îfadeyê. Ev girtina gorî baweriya min ya hiqûqî ne tewkîfa giyabî ye. Loma jî piştî ku îfadeya Fahriye hat girtin, dê serbest bê berdan.”

Adsay, dema Rêvebera Giştî ya Kovara Zarema bû 25ê Îlona 2016an hatibû desteserkirin û piştî demeke kurt hatibû berdan. Di kategoriyên mirov û civak, karûbarên jinan de berhemên Fahriye Adsay hene û hinek kitêbên girîng jî wergerandine Kurdî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst