Li Amedê kirîn û firotina zêran ji %80 daketiye

31-10-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Buhayê gramek zêrê 24 eyar niha derketiye ser 500 lîreyê Tirkî
Buhayê gramek zêrê 24 eyar niha derketiye ser 500 lîreyê Tirkî
Nîşan Zêr Amed Serokê Odeya Zêringerên Amedê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li bazara zêringeran a Amedê piştî 5 salan cara yekemîn e ku liv û tevgera kirîn û firotina zêran evqas daketiye. Li bajêr ji 300î zêdetir zêringer hene. Li gorî rêveberên odeya zêringeran li gorî par kirîn û firotina zêran li bazarê ji sedî 70 heta sedî 80 daketiye.

Yunus  Oner, Serokê Odeya Zêringerên Amedê (DÎKO) dibêje, “Pêwist e zêringer zêr bistîne, bifiroşe ku ji wê kirîn û firotinê de kar bike. Nexwe malê wî di cihê xwe de bibe milyarek çi ye, bibe du milyar çi ye. Milet nikare bistîne. Hêza xelkê ya kirîna zêran tune ye. Nikarin zêran bistînin.”

Buhayê gramek zêrê 24 eyar niha derketiye ser 500 lîreyê Tirkî. Nirxê zêran di nava 2 salan de ji dolar û ewro zêdetir bilind bûye. Lewre zêr ji sedî sed nirxê xwe buha kiriye.

Li gorî hin welatiyan ji ber buhabûna zêran ew nikarin zarokên xwe bizewicînin.

Hemwelatiyê bi navê Hacî Necmedîn dibêje, “Roj bi roj buha dibe, bi gav û saet buha dibe. Weke din tiştekî nîn e.”

Guler Alkan diyar dike, “Tiştekî nayê kirînê. Zarokên me hebû ezep in, ka em ê çawa wan bizewicînin? Em nikarin wan bizewicînin.”

Nûket Bal jî radigihîne, “Pir buha ye wileh. Kesekî êdî nikare bizewice jî. Gênc nikarin bizewicin.”

Ji ber ku hinarde û hawirdeya zêran bajar bi bajar nayê tomarkirin, rêjeya zelal a zêran li Amedê nayê zanîn.

Lê li gorî pisporên zêran Amed di nava bajarên kurdan de piştî Mereş, Dîlok û Ruhayê xwedî tonaja herî zêde ya zêran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst