Firokeyên Tirkiyê li Zaxoyê otomobîlek kirin armanc: Kuştî hene

31-10-2019
RÛDAW
Otomobîla ku bû armanca êrişa firokeyên Tirkiyê
Otomobîla ku bû armanca êrişa firokeyên Tirkiyê
Nîşan Zaxo Duhok
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Firokeyên şer ên Tirkiyê otomobîlek li Zaxoyê kirin armanc û li gor zanyariyan di wê êrişê de du kesan canê xwe ji dest dane.

Peyanêrê Rûdawê Yûsif Mûsa , ragihand ku firokeyên şer ên Tirkiyê îro piştî nîvro li herêma ku dikeve navbera deverên Derkar û Bersawa li navçeya Zaxo ya Duhokê, otomobîlek bombebaran kirin.

Peyamnêrê Rûdawê aşkere kir ku di encama wê êrişê de 2 kesên ku di otomobîlêde bûn canê xwe ji dest dane û termên wan jî ji ber wê êrişê bi temamî şewitîne û nayên naskirin.

Heta niha nayê zanîn bê ka ew kesên bûne qûrbanî xelkê sivîl in an jî endamên PKKê ne û derbarê bûyerê de ji aliyê artêşa Tirkiyê û herwiha PKKê ve ti zanyarî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst