Rakan Cibûrî 81 malbatên Ereb tîne gundekî kurdnişîn

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî bi biryarekê 81 malbatên Ereb tîne gundekî kurdnişîn û muxtarê gund jî dibêje ku piştî çileyê Îmam Husên ew malbatên Ereb li gundên wan tên bicîhkirin.

 

 

Parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê roja 23ê Cotmeha 2018a nivîseke fermî ji polîsên federal ên Kerkûkê re şandiye, daku 81 malên Ereb li gundê Şanaxe werin bicîhkirin. Li gor Rakan Cibûrî ew xelkê gund in, navên wan di tomara nasnameyê ya qezaya Dûbiz û navçeya Sergeran de hene û daxwaz dike hêsankarî ji wan re were kirin.

 

Gundê Şanaxe ser bi nehiyeya Sergeran a qezaya Dûbiz e û dikeve nav sînorê parêzgeha Kerkûkê. Muxtarê gundê Şanaxe Cebar Hemed Ebdulla ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî nivîsek ji nehiyeya Sergeran re şandiye, daku ew 81 malên Ereb ên Şîeyên naverast û başûrê Iraqê werin gundê wan.

 

Cebar Hemed da zanîn ku biryar e piştî merasîma çileyê Îmam Husên ew 81 malên Ereb bên gundê wan û got: "81 kabîne ji wan re hatine çêkirin ji bo li gund deynin û ew malên Ereb ên Şîe di wan de bicî bibin."

 

Muxtarê gund ragihand ku ti desthilata wan nîne û piştî bûyerên 16ê Cotmehê bêkes mane, lê hêzên ewlekariyê û Heşda Şeibî piştgiriya malbatên Ereb dikin û daxwaz ji parlamenterên Kurd û desthilatdarên Herêma Kurdistanê kir ku bi hewara wan ve biçin û vê pirsgirêkê çareser bikin.

 

Çend roj beriya niha jî Rêveberê Çandinî yê Kerkûkê bi heman awayî nivîseke parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî ji Ofîsa Çandinî ya Sergeran re şandibû û têde hatiye tekezkirin ku çênabe cotkarên Sergeran zeviyên xwe yên çandiniyê bi kar bînin.

 

Di nivîsê de tê gotin ku armanca vî karê han rêgirtine li çêbûna nakokiyan, heta karên wê lijneyê yên di vê derbarê de temam dibin ku ji aliyê serokwezîr ve hatiye rasipardin. Li gor vê yekê jî 38 gundên sînorê nehiya Sergeran ser bi qezaya Dubiz a parêzgeha Kerkûkê nikarin karê çandiniyê li ser zeviyên xwe bikin.

 

Ew gund zeviyên Kurdan in, lê piştî sala 1975a ketine ber pêla erebkirinê. Piştî proseya azadkirina Iraqê di sala 2003ya de, Ereban ew navçe vala kiribûn û xwediyên wan ên resen vegeriyabûn ser zeviyên xwe. Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, dubare ew Erebên navçeyên başûr û naverastê vegeriyane û xwe wek xwediyên wan zeviyan dibînin û daxwaza derxistina cotkarên Kurd dikin.

 

Endamên Parlamentoya Iraqê Rêbwar Teha jî ji Rûdawê re ragihandibû, ew biryara Rakan Cibûrî neyasayî û siyasî ye û got, “Ev mijar Wezareta Çandinî ya Iraqê peywendîdar dike. Wezîrê Çandinî yê Iraqê berê ragihandibû ku ew cotkar dikarin zeviyên xw ebi kar bînin.”

 

Rêbwar Teha herwiha diyar kiribû, ku piştî destpêkirina rûniştina Parlamentoya Iraqê di roja 6ê Mijdara 2018a de, ew dê li gel wezareta çandiniyê dest bi hewldanê bikin, daku vê pirsê çareser bikin.