Li Xaneqînê tirbeya Bawe Mehmûd hat teqandin

Xaneqîn (Rûdaw) – Li Xaneqînê ji aliyê çend çekdarên nenas ve êriş bi ser tirbeya Bawe Mehmûd de hat kirin û tirbe hat teqandin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Helo Mihemed ji Germiyanê ragihand: “Bi çekên RG êriş bi ser tirba Bawe Mehmûd de hatiye kirin û tirbe hatiye teqandin. Zirareke mezin gihiştiye tirbê û hêzên polîsê federalî jî, ku xala wan a kontrolê li wê derê ye, bersiv dane êrişê.”

 

Fermandarê Hêzên Pêşmerge Ehmed Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Gumana me heye ku ew êrişkar çekdarên DAIŞê bin, dibe ku ew grûp bin ku hatine sînor û hikûmeta Iraqê mûçe dane wan û di artêşa Iraqê de cih ji wan re çêbûye û navê Parêzvanên Welat bi nav dikin, lê niha dest bi karê têkbirinê kirine.”

 

Bawe Mehmûd heta berî sala 2003an weke bavê Kakeyiyan dihat nasîn, piştî 2003an û rûxana hikûmeta berê ya Iraqê, weke neviyê Musa Kazim neviyê pêxemberê Îslamê hat nasandin û di dema çileya Îmam Husên de Şîeyên li Xaneqînê serdana wê tirbeyê dikin.