Grûpa Sultan Şah Silêman li Şiyê tehdayê li xelkê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê grûpa Sultan Şah Silêman li bajarokê Şiyê û gundên derdorê, jiyan û mal û milkê xelkê deverê dixe jêr metirsiyê de.

 

Kiryar û biryarên grûpa Sultan Şah Silêman li bajarokê Şiyê û gundên derdorê, jiyan û semyanê xelkê deverê dixin jêr metirsiyê de.

 

Dîmenên mala pîrejina kurd Ferîde Xelo, hevjîna welatiyê bi navê Înat Mihemed, li bajarokê Şiyê dide xuyandin ku piştî çekdarên grûpa navborî tevahiya kelûpelên nav malê dizîn, agir berdane malê.

 

Fermandarê grûpa navborî, bê hesab biryarên zalimane li dijî xelkê herêmê derdixe û tevahiya deverê wekî mezreyekî ji bo xwe û çekdarên xwe hesab dike.

 

Fermandarê Sultan Şah Silêman, Mihemed el-Casim Şah çend biryar derbarê mewsîma zeytûnan de derxistine.

 

-Ji cotyarên Şiyê û gundên wê yên ku li gundên xwe dimînên %10 ji dahatê tê standin, %15 ji dahatê ji birîkar, anku wekîl tê standin eger birîkar bav, bira an jî diya xwedanê  zeviyê be. %25 ji dahatê ji birîkar tê standin, eger ew birîkar ne xizmê xwedanê zeviyê be. %35 ji birîka tê standin, eger xwedanê zeviyê alîgirê berê yê Rêveberiya Xweser be.

 

-Divê her cotyarek tenekeya zeytê ya vala bi 800 lîreyên Sûrî bikire.

 

Grûpên çekdar 50 lîreyên Sûrî li ser her tenekeyeke vala ji cotyaran distînin.

 

Heman fermandarê grûpa Sultan Silêman Şah, ku bi navê Ebû Emşe tê naskirin û grûpa wî jî bi navê Emşat tê naskirin, bi kuştina cîgirê serokê Encûmena xwecihî ya Şiyê, Ehmed Mistefa tohmetbar e.

 

Herwiha di parçevideoyekê de, jineke koçber ku hevjînê wê bixwe çekdarê grûpa navborî bû, Mihemed el-Casim bi destdirêjiya seksî li serê tohmetbar kiribû.

 

Tevî tohmetên kuştin û destdirêjiyê, hîç aliyek, ne ji desthilatdarên Tirkiyê û ne jî ji opozisyona Sûriyê, rê li wî fermandarê çekdar nagire, û ew bi kêfa dilê xwe biryanên zalimane li ser xelkê devera Şiyê disepîne.