Girtina deriyên sînorî pirsgirêk ji bo Kurdên Rojhilat çêkiriye

Soran (Rûdaw) – Girtina deriyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bi ser Başûrê Kurdistanê de, arîşe ji bo bi dehan hevwelatiyên Rojhilat û Îranê derxistiye holê. Gelek kasibkarên ku li Başûrê Kurdistanê kar dikin û vegeriyane, nikarin cardin werin Başûrê Kurdistanê vegerin ser karên xwe.

 

Beyan Salih ku kuafor e û li gel du hevpîşeyên xwe ku ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne, bûye 8 sal li Soranê karê kuaforiyê dikin, tevî ku karta wan a niştecihiyê heye, ji ber  ku deriyê sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hatiye girtin, ji bo hatina wan a vê derê, rê nayê dayîn.

 

Beyan Salih dibêje: “Em rastî pirsgirêkê hatin. Destê me girêdayî ye û çi were pêşiya me, em nikarin vegerin Îranê. Çimku rêya hatina me tine ye. Kar û debara me li vir e, zarokên me diçin dibistanê û mala me li vir e.”

 

Tenê li devera Soranê, nêzîkî 6 hezar kasibkarên Rojhilat û Îranê bi kar û pîşeyên cûr bi cûr mijûl in. Beşek ji wan karta wan a niştecihiyê tine ye û divê her 30 rojan carekê vegerin, eger na dema mana wan li vir dê bi ser de biçe û rastî cezakirina pereyan bên.

 

Heta sala 2014an, li Herêma Kurdistanê 29 hezar û 705 karkerên biyanî dixebitîn, niha ew hejmar daketiye nêzîkî 20 hezar kesan, ev jî ji ber kêmbûna derfeta kar e.

 

Berpirsê Karûbarên Niştecihiyê yê Soranê Îdrîs Kewrênî diyar kir: “Kesên ku karta wan a niştecihiyê tine ye û her 30 rojan carekê pasaporta xwe mor dikirin, dikarin xwe ji wê derbas bikin û karta niştecihiyê werbigrin , eger dema pasaporta wan nêzîkî biserçûnê nebe.”