10 hezar karmend ji kar hatin avêtin

31-10-2016
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de bi Biryarnameya bi Hukmê Qanûnî 10 hezar û 131 karmend ji kar hatin avêtin.

 

Ev karmendên ku di 16ê Îlonê de ji kar hatibûn dûrxistin, vê carê bi temamî ji kar hatin avêtin. Hinceta jikar avêtina karmendan jî ´piştgirîdana Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û rêxistina cemaata Fethula Gulen e.

 

Li Dêrsimê jî 152 karmend ji kar hatin avêtin ku 107 ji wan endamên Kondefederasyona Sendîkayên Karkerên Mîrî (KESK) ne. Wate bi piraniya karmendan bi hinceta bi piştgirîdana PKKê ji kar hatine avêtin. Di nav karmendên ku ji kar hatine avêtin de 55 mamosta û 10 pizîşk jî hene.

 

Li Dêrsimê ji bo karmendên ku ji kar hatine avêtin çalakî tên lidarxistin.

 

55 mamosta, karmendên perwerdeyê, 10 jê pizîşk 87 karmendên tenduristiyê jî di nav de 152 kes bi hinceta ku piştgirî dane rêxistinên derqanûnî ji kar hatin avêtin. Piraniya karmendên ku ji kar hatine avêtin, endamên KESKê ne.

 

Karmendên ku ji kar hatine avêtin li ser Sûka Binerdê ya li navenda bajêr çalakiyekê li dar xist û daxwaz kirin ku dîsan karên wan li wan bê vegerandin.

 

Serokê Egîtîm-Sen a Dêrsimê Suleyman Guler wiha got: “Bi giştî 152 karmend li Dêrsimê ji kar hatin avêtin, ji wan 107 karmend endamên KESKê ne. Bi Biryarnameyên bi Hukmê Qanûnî bi îdea û hinceta ku ´piştgirî dane rêxistinên terorî û ji rêxistinên terorî hez dikin´ em ji kar avêtine.”

 

Karmendên ku ji kar hatine avêtin ji niha ve ketine derd û tatîra debara jiyanê. Ji ber ku bi piraniya wan barê malbatê hilgirtine û li zav û zêçên xwe dinêrin.

 

Karmendê Nexweşxaneya Dêrsimê Daîmî Boz jî got: “Em ji kar avêtin. Zar û zêçên me hene; deynên me hene. Em li ortê bêxwedê mane. Em niha nizanin ku ji bo çi em ji kar avêtine! Bila yek ji me re bêje. Ev 23-26 sal e dixebitin. Çima me ji kar diavêjin? Destpêkê gotin ku ´FETO, FETO´ niha jî hatine me ji kar diavêjin. Em jî nizanin ku me çi kiriye? Me ji kesî re tişt negotiye. Me xirabî bi kesî nekiriye. Em li welatê xwe xebitîne, me xizmet ji gel re kiriye.”

 

Di çarçoveya Rewşa Awarte de bi Biryarnameyên bi Hukmê Qanûnî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê10 hezar û 131 karmendên din ên mîrî ji kar hatin avêtin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst