Barzanî: Sînorên Kurdistanê dê bi berbest û xendek bin

31-10-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Guwêr Mexmûr Pêşmerge Sîrwan Barzanî
A+ A-

Rûdaw- CNN – Berpirsê Eniya Mexmûr-Guwêrê Sîrwan Barzanî dibêje, “Ew navçeyên ku pêşmergeyan azad kiriye dê weke sînorên Herêma Kurdistanê bimînin û dê Hêzên Pêşmerge jî li sînorên Kurdistanê berbestên ewlekariyê dayne û xendekan lê bide.”

 

Sîrwan Barzanî herêmên hatine rizgarkirin weke sînorên Başûrê Kurdistanê pênase dike û diyar dike, “Ew gund û navçe yên kurdî ne. Belê sînorên me ne. Pir bi xwezayî ye ku em parastina xaka xwe bikin û ewlekariya xwe garantî bikin.”

 

Derbarê helwest û razîbûna rêveberiya Bexdayê ji vê sînorê jî Barzanî dibêje: “Pêwîste Bexda qebûl bike. Ev yek rastiya Herêma Kurdistanê ye. Me di wan navçeyan de şerê terorê kiriye û ew derxistine. Em naxwazin herin nav gundên ereban. Em baş dizanin ku eger herin nav gundên ereban jî dê xelkê wan gundan bi başî pêşwaziya pêşmergeyan bikin û qebûl jî bikin.”

 

Fermandarê Pêşmerge Sîrwan Barzanî daxwaz dike ku heta têkbirina DAIŞê hêzên hevpeymaniya navdewletî û bi taybetî jî hêzên amerîkî li herêmê bimînin û dibêje: “Dema serbazên amerîkî li Iraqê bûn rewş aramtir bû. Piştî çûna wan rewş têk çû. Me divê li Kurdistanê û tevahiya Iraqê ewlekarî hebe. ”

 

Barzanî dide xuyakirin ku kurd êdî naxwazin weke berî bijîn û daxwaza sîstemeke demokratîk dikin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst