Kurê dawîn ê Simko yê Şikak, Qubad Simko wefat kir

Hewlêr (Rûdaw) - Roja pêncşemiyê Qubad SimkO, yadigarê dawiyê yê lîderê Kurd SIMKOYÊ ŞIKAK di bêdengiyê da wefat kir.

 

Kurê herî dawîn ê Rêberê Şoregerê Rojhilatê Kurdistanê Simko yê Şikak, Qubad Simko di temenê 97 saliyê de wefat kir.

 

Qubad Simko di sala 1919ê de ji dayîk bibû û roja 27ê Cotmeha 2016 li bajarê Urmiyê koça dawîn kir.

 

Dema ku babê wî li bajarê Şino hate terorkirin, 11 salî bû. Piştre bi dayîka xwe xanim Fexriye Êqbalî re hate Urmiyê û heya dawiya temenê xwe li wir bi hev re jiyan.

 

Çendîn caran Hikûmeta Îranê guvaş li wî kir û ji wî xwestin ku paşnavê " SIMKO " li ser navê xwe rake, lê wî nepejirand.

 

Hikûmeta Îranê hemû mal û hebûna wî jê standin, lê wî serê xwe ji dewleta Îranê re netewand û li ser rêbaza bavê xwe berdewam bû.

 

Ji aliyê kes û komên nediyar ve çend caran hewla kuştina wî hatibû dan, lê ew ji mirinê filitîbû. Her çend ew rastî êrişan dihat û gef li ser jiyana wî hebû, lê wî bajarê xwe û bajarê Simkoyê Şikak, Urmiye neterikand û li wî bajaîê berdewamî bi jiyanê da.

 

Qubad Simko kurê herî dawîn ê Simko yê Şikak bû ku di jiyanê da mabû. Niha tenê Hediy Simko ji wî nifşî li pey Simko maye.

 

Nivîskar û rojnmaevan Kakşar Oremar, ku hevdem endamê PENa Kurdî ye jî, li ser Qubad Simko nivîsek belav kiriye û tê de behsa dema naskirina wî dike.

 

Kakşar Oremar dibêje:

 

“Sala 1993an min li mala nemir Esxer Simko ew li bajarê Urmiyê dît. Wî li min nêrî û wiha got:" Tê bîra min dema ku Urmiye paytexta Kurdistan û navenda desthilatdaraiya babê min SIMKO bû. Ez wan sal û rojan qet ji bîr nakim. Her çend hemû mîrat bab û dayîkê jî bi neheqî ji min standine, lê ez vê axa ku dilê babê min di nava dilê xwe yê mezin da veşartiye, naterkînim. Ezê li ser vê axê jî bimirim....”

 

Herwiha li gorî agahiyan Rûdawê, merasîma şîna Qubad Simko dê bo 3 rojan li Mizgevta Nûr a bajarê Urmiyê birêve biçe. Îro duşemî 31ê Cotmeha 2016 yekemîn roja şîna wî ye û dê sibe sêşemî û dusibe çarşemî jî merasîma şîna wî berdewam be.