Rûdaw di werza nû de bi “Top Story” agahiyên zêdetir dide

31-10-2014
RÛDAW
Bernameya Top Story
Bernameya Top Story
A+ A-

Xurmatû (Rûdaw) – Rûdaw bi bernameya nû ya bi navê “Top Story” li pey wan nûçe û agahiyan digere ku di bultenên normal de derfeta ragihandina wan tine yan jî tên jibîrkirin.

Rûdaw gav bi gav xwe nû dike bi vî awayî bi bernameyên nû, teknîkên nû bîner, guhdar û xwendekarên xwe ji bûyeran agahdar dike.

Di werza nû ya karî de Rûdaw bi bernameya bi navê “Top Story” li dû wan agahî û nûçeyan digere ku ti kamerayekî nedîtiye…

Yekemîn xeleka Top Story dê roja şemiyê (1ê Mijdarê) saet 22:30 were weşandin.

Pêşkêşkarê bernameya Top Story, Hêmin Ebdullah ku di heman demê de Rêveberê Beşa Newsgatherîngê ya Rûdaw ye jî, li ser vê bernameyê dibêje: Qesta me ji çêkirina vê bernameyê ew e ku ew mijarên ku wek pêwîst nehatine veguhestin, derxin pêş…

Yekem xeleka Top Story jî li bajarokê Xurmatû hatiye kişandin.

Hêmin Ebdullah li ser vê yekê jî dibêje: Çend roj berê hatibû gotin ku li Xurmatûyê di navbera Pêşmerge û milîsên şîe de şer derketiye ji ber wê jî me Xurmatû hilbijart.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst