Şaredara Nisêbînî çalakiya rûniştinê vegerand greva birçîbûnê

31-10-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku bi tena serê xwe li dijî lêkirina dîwarê navbera Nisêbîn û Qamişloyê dest bi çalakiya rûniştinê kiribû, çalakiya xwe vegerand greva birçînê.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, Şaredara bajarokê Nisêbînê yê Mêrdînê Ayşe Gokkan ku duh (30.10.2013) li dijî lêkirina dîwarê navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê dest bi çalakiya rûniştinê kiribû, xwarina ku îro jê re hatibû şandin nexwar û ket greva birçîbûnê.

Ayşe Gokkan diyar kir ku heta lêkirina dîwêr neyê sekinandin dê li ser çalakiya xwe berdewam be û da zanîn, Qaymeqamê Nisêbînê jê re gotibû ku dîwarê han dê 1.2 metre be nek 2 metre û wiha axivî: “Girîng nîne dîwar çend metre bibe girîng lêkirina dîwar e.”

Gokkan her wiha eşkere kir ku Rêveberê Polîs jê re gotiye “Ji ber ku tu vê carê namzeda şaredariyê ninî te dest bi vê çalakiyê kiriye” û ragihand, heman wî berpirsî di çalakiya beriya niha jî jê re gotibû “Tu dixwazî bibî şaredar ji ber wê tu wiha dikî?” û wiha axivî: “Ezê nehêlim dîwar bê lêkirin û tiştekî jî naxwazim û pêwîstiya min jî pê nîne.”

Hikûmeta Tirkiyê dixwaze bi hêceta nehîştina qaçaxtiyê, li ser sînorê navbera Qamişlo û Nisêbînê dîwarekî lêbike lê kurdên Bakûr û Rojava li dijî vê yekê derdikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst