AMED - Mamê Narînê ji ber delîlên nû hat desterserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber Narîn Gurana 8 salî ku li Amedê wenda bû, mamê wê hat desteserkirin.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bû û ji wê demê ve nehatiye dîtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo Narîn Guranê lêpirsîna xwe didomîne.

Ji ber delîlên nû S.G.yê mamê Narînê hat desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê S.Gyê muxtarê Gundê Çûliyê yê Amedê bir qereqola cendirmeyan.

Narîn Guran roja 21ê Tebaxê saet 13: 00ê ji kursa Quranê derket û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.

Xebatên ji bo dîtina Narîn Guranê hatine destpêkirin di hîn berdewam dikin.