Makbule Ozer: Gelek keç û jinên ciwan di girtîgehê de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Makbule Ozera 82 salî ku îro ji girtîgehê derketibû ji Rûdawê re axivî û ragihand ku dema ew di girtîgehê de bû her roj diçû nexweşxaneyê.

Kurê Makbule Ozerê Serhat Ozer li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyê dayîka xwe belav kir û ragihand:

“Dayîka min a ezîz Makbule Ozer vê sibehê bi awayekî lez û bez hat berdan.”

Makbule Ozer 9ê Gulana 2022yan bi hinceta ku “alîkarî daye PKKyê” li navçeya Artemêtê ya Wanê hatibû girtin.

Ozer ji ber ku gelek nexweşiyên wê hene 7ê Îlonê hatibû berdan.

Piştî ku Saziya Tiba Edlî got, “dikare di girtîgehê de bimîne” dubare hatibû girtin û li Girtîgeha Wanê hatibû bicihkirin.

Cezayê girtîgehê yê Makbule Ozerê îro bi dawî bû û bi awayekî bilez ji girtîgehê hat derxistin.

Makbule Ozer bû mêvana Bultena Bakur a Rûdawê ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

“Gelek keç û jinên ciwan di girtîgehê de ne”

Makbule Ozerê li ser derxistina xwe ya ji girtîgehê wiha got:

“Serê şeveqê ji min re gotin ‘xwe amade bike tu dê herî mala xwe’. Hevalan eşyayên min hazir kirin ez birim qereqolê û ji wir jî ez anîm malê.

Nehiştin ti kes were pêşiya min. Kêfa min hat, gelekî kêfa min hat ez li malê me nava zarok û neviyên xwe me.

Gelek keçên ciwan û jin di girtîgehê de hene. Jineke bi temen a bi navê Henîfe jî di girtîgehê de ye û wê jî nidikarî karûbarên xwe bike.

 Destekî wê seqet bû hîn 6 meh ji derketina wê re maye.

Heta rojeke mabe jî ti kesî ji girtîgehê bernadin. 

Heta ku rojên min jî xilas nebûn min jî bernedan. Her roj min dibirin nexweşxaneyê û dianîn.

Niha rewşa min baş e û niha li nava zarokên xwe me. Ez dê baştir jî bibim.”