Li Meletiyê qeza: 3 mirî û birîndarek

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Arendeyê pa parêzgeha Meletiya Bakurê Kurdistanê otomobîlek li menfeza keviya rê qelibî û di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Otombîla ku hîn jî navê şofêrê wê nayê zanîn, li ser rêbeja D-300ê li devetra Aşagiulupinarê li menfeza beton a keviya rê qelibî.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, tîmên tenduristiyê, îtfaye û cendirme çûn cihê qezayê.

Di qezayê de Cevdet, Raif û Şahin Akkan ên ji heman malbatê canê xwe ji dest da.

Herwiha tîmên tenduristiyê Îsmet Akkanê ku bi giranî birîndar bû jî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Aarendeyê.