Li Kerkûkê agir bi malekê ket: 3 zarok mirin

5 demjimêr berê
RÛDAW
Dîmenê piştî şewata malê\ Wêne: Rûdaw
Dîmenê piştî şewata malê\ Wêne: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Penca Elî Saman Yabe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li taxa Penca Eliyê ya Kerkûkê agir bi malekê ket û ji ber dûmanê 3 zarokan canê xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, agir ji ber elektrîkê derketiye û cenazeyê zarokan ji bo Saziya Tiba Dadî ya Kerkûkê hatiye veguhastin.

Berpirsê Rêveberiya Tenduristiyê ya Kerkûkê Saman Yabe li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî.

Li gorî gotina Saman Yabe her sê zarokên canê xwe ji dest dane keç in.

Her wiha şahidekî bûyerê jî ji Rûdawê re eşkere kir ku çawa cîranan dîtine dûman ji malê diçe, çûne nav malê û zarok ji malê derxistine û ew birine nexweşxaneyê.

Li gorî gotina şahidê bûyerê zarokan ji ber dûmanê canê xwe ji dest daye.

Nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê jî eşkere kir ku bavê zarokan karmend e û li ser kar bûye û dayika zarokan jî beriya bûyerê ji bo kirîna pêdawîstiyan çûye bazarê.

Tîma Parastina Sivîlan li ser derketina agir nehatiye agahdarkirin û agir ji aliyê xelkê ve hatiye kontrolkirin.

Nûçegihanê Rûdawê amaje bi wê yekê jî kir ku şêniyên wê malê Ereb in û zarokên malbatê bi sîstema elektrîkê lîstine û ji ber wê agir derketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst