Danîmarka dixwaze zarokekî ji Kampa Rojê vegerîne

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Danîmarkayê biryar da, divê Wezareta Karên Derve alîkariyê bike ku zarokekî Danîmarkayî û dayîka wî ji Kampa Rojê ya Rojavayê Kurdistanê werin vegerandin.

Dayîka wî zarokî bi esil ji Somaliyê ye û welatiya Danîmarkayê bûye lê piştî ku sala 2014an li Sûriyeyê tevlî DAIŞê bû nasnameya wê sala 2020an jê hatibû standin.

Zaroka wê sala 2016an li Sûriyeyê ji dayik bûye û bi dayîka xwe re li Kampa Holê û paşê jî li Kampa Rojê yên Rojavayê Kurdistanê hatibûn ragirtin.

Dadgeha Bilind a Danîmarkayê di biryara xwe de ragihand, ji ber sedemên mirovî divê Wezareta Karên Derve alîkariyê bike ku ew zarok û dayîka wî bên vegerandin.

Bi hezaran zarokên biyanî yên ku dayik û bavên wan DAIŞî ne, li kampên Roj û Holê yên Rojavayê Kurdistanê dijîn.

Li Kampa Holê zêdetirî 50 hezar û li Kampa Rojê jî bi hezaran DAIŞî û malbatên wan dimînin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo vegerandina DAIŞiyan çend caran daxuyanî dan lê bi hinceta ewlehiyê gelek dewlet wan daxuyaniyan piştguh dikin.