Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê dinalin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber bêavayê saleke gelekî dijwar derbas dike.

Bi gotina cotkarekî sêvan, wî salên borî rojane 2 ton sêv ji darên xwe diçinî lê vê havînê tev tenê 2 ton sêv kom kirine.

Ebdul Baqî Mihemed Emîn cotkarekî Kurd e, derd û êşên zêde ji ber zehmetiya çandinî û hişkesaliyê dîtine.

“Rewş zêde zehmet e”

Cotkarê Kurd Ebdul Baqî Mihemed Emîn got:

“Ez dema şaxên hişkbûyî dibirim hest bi xemgîniyê dikim wekî ku celte li min bide ji ber ku xwedîkirina her darekê wekî xwedîkirina zarokekî ye. Rewş zêde zehmet e.”

Hişkesaliyê bandoreke mezin li ser berhema cotkarên Kurd ên din jî kiriye.

Îsal berhema tirî ya cotkarê Kurd  Xalid Ebdul Rehman ji sedî 90 kêm bûye.

Ji ber hişkesaliyê Çemê Xabûr ziwa bûye ku cotkaran bi ava wî bax û bîstanên xwe av didan.

“Mirin ji vê jiyana me baştir e”

Cotkar Îsa Aliyat jî got:

“Mirin ji vê jiyana me baştir e. Dema tu dibînî kesek berhema wî ji nav diçe, ew bi xwe jî dimire.

Ti wate ji jiyana me re nîne. Jiyana me li ser axê, avê û kar e. Ev jî nemane lewma jiyana me jî nemaye.”

Berî Çemê Xabûrê ziwa bibe, zêdeyî 47 hezar hektar zeviyên çandiniyê li her du kêlekên wî dihatin avdan, piranî jî pembo û darên fêkî bûn û nêzîka 500 hezar kesî sûd jê wergirt.