Li hinek herêmên Nisêbînê qedexe hat ragihandin

1 demjimêr berê
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li hin deverên navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê 15 roj qedexe hat ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Mêrdînî, li hin dever navçeya Nisêbînê qedexe hatiye ragihandin.

Li gorî biryarê, ji 31ê Tebaxê heta 14ê Îlonê di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de qedexe hatiye ragihandin.

Parêzgariya Mêrdînî di daxuyaniya xwe de îdia kir ku qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û her rûdaneke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Parêzgariyê her wiha hişyarî daye xelkê ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin wan deveran.

Artêşa Tirkiyeyê van demên dawiyê “operasyonên” xwe yên leşkerî bi hinceta gerîlayên PKKyê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê zêde kirine.

Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî qedexeyên çûn û hatinê tên ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst