Serokê berê yê Egitim Bir-Senê yê Îdirê li otêlekê mirî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê, Alîkarê Rêveberê Mala Mamostayan a Îdirê û serokê berê yê Egitim Bir-Senê yê Bajêr Malîk Akşîtê 55 salî li odeyeke otêlê mirî hat dîtin.

Sedema mirina Malîk Akşît ne diyar e.

Mirovên Malîk Akşît ên ku sê roj bûn jê agahê wernedigirtin, polîs ji rewşê agahdar kirin.

Polîsan li otêla ku Melîk Akşît lê dima lêgerîn kir û wan termê wî di odeya ku lê dima de dît.

Tîmên tenduristiyê ji bo otopsiyê termê Malîk Akşît bir Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.

Li gorî agahiyan Akşît di nava du salên dawiyê de, neştergeriya biçûkkirina mideyê û neştergeriya dil bûye.