Li Rojavayê Kurdistanê sibe dibistan vedibin
Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Perwerdeyê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku 1ê Îlonê roja destpêkirina sala nû ya xwendinê ye.
Alîkarê Hevserokê Desteya Perwerdeyê Azad Berazî ji medyaya Rojavayê Kurdistanê re axivî û da zanîn ku dê îsal 900 hezar xwendekar li dibistanên Rojavayê Kurdistanê bixwînin.
Li gorî gotina Azad Berazî, par 860 hezar xwendekaran li 4 hezar û 100 dibistanan dixwend.
Li gorî zanyariyan, li Rojavayê Kurdistanê îsal pêwîstiya 693 dibistanên bi nûjenkirinê heye.
Her wiha nûjenkirina 151 dibistanan bi dawî bûye û xebatên sererastkirina dibistanên din dewam dikin.
Li Rojavayê Kurdistanê bi zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî perwerde tê dayîn.
Desteya Perwerdeyê biryar daye ku xwendekarên ku sinifa 4an a seretayî temam kiribe, dikarin li kêleka zimanê dayikê zimanekî din ê pêkhateyekê hilbijêrin.