Li Rojavayê Kurdistanê sibe dibistan vedibin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Perwerdeya Kurdî Desteya Perwerdeyê ya Rojavayê Azad Berazî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Perwerdeyê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku 1ê Îlonê roja destpêkirina sala nû ya xwendinê ye.

Alîkarê Hevserokê Desteya Perwerdeyê Azad Berazî ji medyaya Rojavayê Kurdistanê re axivî û da zanîn ku dê îsal 900 hezar xwendekar li dibistanên Rojavayê Kurdistanê bixwînin.

Li gorî gotina Azad Berazî par 860 hezar xwendekaran li 4 hezar û 100 dibstanan dixwend.

Li gorî zanyariyan li Rojavayê Kurdistanê îsal pêwîstiya 693 dibistanên bi nûjenkirinê heye.

Her wiha nûjenkirina 151 dibistanan bi dawî bûye û xebatên sererastkirina dibistanên din dewam dikin.

Li Rojavayê Kurdistanê bi zimanên Erebî, Kurdî Û Suryanî perwerde tê dayîn.

Desteya Perwerdeyê biryar daye ku xwendekarên ku sinifa 4an a seretayî temam kiribin, dikarin li kêleka zimanê dayikê zimanekî din ê pêkhateyekê hilbijêrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst