Li Amedê çêkirina 6 hezar avahiyên erdhejê temam bû

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 6 hezar avahiyên erdhejê temam bû û avahî radestî xwediyên wan hat kirin.

Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê yê Tirkiyeyê Murat Kurum ragihand, piştî erdhejên navenda wê Meraş,  li Amed dest bi çêkirina 10 hezar avahiyên erdhejê kirin.

Murat Kurum diyar kir çêkirina 6 hezar avahiyan qediya.

Herwiha di daxuyaniya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê de hat diyarkirin çêkirina avahiyên erdhejê didome û yên temam bûne jî teslimî xwediyên wan dikin.

Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ) li Amedê projeya 20 hezar û 286 avahiyan ku ji 14 beşan pêk tê daye destpêkirin.

6 hezar qediyane û 3 hezar û 839 xwedîheq derbasî malên xwe yên nû bûne.