Cotkar Xalid Aydogan: Ji sedî 80yê zeviyên Qoserê nehatine çandin

Hewlêr (Rûdaw) – Cotkar Xalid Aydogan eşkere kir ku ji sedî 80yê zeviyên Qoserê vala mane û cotkar êdî nikarin çandiniyê bikin.

Di nava 5 rojan de 2 biryarname li ser piştgiriya cotkaran hatin belavkirin.

Li gorî biryarnameya dawî dê ji sala 2025an û pê ve hikûmet êdî piştgiriya mazot û gubre nede cotkaran.

Ev biryar, di rojnameya fermî de bi sernavê "Di sala 2025-2027an de Piştevaniya Hilberîna Şînkayiyê û Çandiniya din" hat belavkirin.

 Li gorî biryarê, ji sala 2025an û pê ve dê piştgiriya aborî ji bo kirîna mazotê û gubre bi temamî bê sekinandin.

Piştgiriya gubre û mazotê di biryarnameyê de cih negirtiye.

 Li şûna wê, dê piştgiriya bingehîn, piştgiriya hilberîna plankirî û piştgiriya pêşveçûna hilberînê were dayîn.

Li alyê din, li gorî biryarnameya nû ku di rojnameya fermî jî de hatiye belavkirin, heger cotkar di nava 2 salan de zeviyên xwe neçînîn dê hikûmet zeviyên wan bikirê bide.

Cotkarê ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê Xalid Aydogan bû mêvanê bultena Bakur a Rûdawê û behsa pirsgirêkên cotkaran kir.

“Piştgirî berê jî nediket hesabê cotkaran diket hesabê DEDAŞê”

Xalid Aydogan behsa biryarnameyan kir û wisa got:

Halê hazir li ser biryarnameyan ti tişt diyar nîne.

Li gorî biryarê piştî ku cotkar genimê xwe firot piştgiriyê distîne.

Jixwe ew piştgirî nakeve hesabê cotkaran û ew dikeve hesabê DEDAŞê û ew dest datînin ser pereyê piştgiriyê yên cotkaran.

Meseleya nedana piştgiriyê ne nû ye, berê jî eşkere kiribûn ku dê 2 salan piştgiriyê nedin. Cotkar berê mexdûr in.

3 sal berê mazot bi 20 lîreyan bû niha bûye 44 lîre, dewlet 51 lîre piştgiriyê dide cotkaran ew pere jî dikeve hesabê DEDAŞê.

Piştgiriya ji bo her berhemekî cuda ye lê ez dîsan dibêjim, ew piştgirî diket hesabê DEDAŞê.

DEDAŞ cotkaran deyndar dike û ew piştgiriya ku dewletê dide yekser diçû ji DEDAŞê re. “

“Zeviyên me dê vala bimînin”

Di berdewamiya axaftina xwe de Xalid Aydogan behsa rewşa cotkariyê ya li Qoserê jî kir û wiha got:

“Cotkarî miriye, rewş gelekî xirab e, berê li Qoserê di vê mewsimê de zevî ji sedî 100 dihatin çandin û dibûn garis lê niha ji sedî 20ê zeviyan hatine çandin.

Mesrefên cotkariyê giran bûne, gubre biha bûye, derman bûye, mazot biha bûye.

Antalya Birlîkê bihayê kîloyekî pembo wekî 22 lîre diyar kiriye. Jixwe mesrefên kîloyeke pembo 25 lîre ye.

Di destê me de bes genim maye, eger wisa berdewam bike em dê dev ji genim jî berdin û dê erdên me hemû vala bimînin. “

Cotkar Xalid Aydogan amaje bi wê yekê kir ku eger dewlet alîkariyê nede wan û bacê ji ser wan raneke dê nikaribin zeviyên xwe cot bikin.