Li Girê Berazan skeletên zarokan hatin dîtin

31-08-2024
RÛDAW
Nîşan Girê Berazan Cihên Şûnwarî Mereş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmeke şûnwarnasan li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 gorên 7 hezar û 600 salî dîtin.

Li Girê Berazan di du gorên cuda de hestî û skeletên mirovan hatin dîtin.

Yek ji wan ê zarokekî û yê din jî yê pitikekê ye.

Tê texmînkirin ku dîroka wan vedigere heta 7 hezar û 600 sal berî niha.

Serokê Tîma Kolandinê Prof. Dr. Halil Tekin li ser mijarê got:

“Tevî tiştekî wekî kuna kilîdê, li kêleka bingehê avahiyekê me du gor dîtin.

Yek yê zarokekî e û yê din jî yê pitikekê ye.

Ev ji bo me surprîzek bû. Ji ber ku li Girê Berazan gor pir kêm tên dîtin.”

Di salên borî de ji aliyên tîmên cuda ve li navçeyê nêzîkî 50 skelet hatine dîtin.

Ji wê derê re “Çala Mirinê” tê gotin.

“Me pêşbînî dikir”

Serokê Tîma Kolandinê Prof. Dr. Halil Tekin her wiha da zanîn:

“Di dawiya serdema Neolîtîk de, li başûrê Çiyayên Torosê di erdnîgariyeke ku ber bi Mûsilê ve berfireh dibe, nerîteke mîmarî ya balkêş tê dîtin.

Hemşêweyên van pêkhateyan berê jî di salên 1930an de li taxa Til Arpaciyaha Mûsilê hatin dîtin.

Li wê derê di nav bazineyekê de 12 gorên zarokan hatibûn dîtin.

Tê wateya ku peywendiya qadên wiha yên jiyanê bi skelet û goran re heye.

Ji xwe piştî wê ji ber ezmûna li Mûsilê, me ew cih parastin.

Me pêşbînî dikir ku dê tekez goreke zarokan derkeve û em şaş nebûn.”

Ev gir wekî yek ji cihên herî berfireh ên niştehcihbûnê yên serdema Neolîtîk tê naskirin.

Tê pêşbînîkirin ku beriya niha bi 9 hezar salan mirov cara yekemîn li vî girî niştecih bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst