RIHA - Ciwanê Sûriyeyî yê ku dixwest destên xwe bişo xeniqî
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyûbiyeyê ya parêzgeha Rihayê ciwanekî Sûriyeyî di kanala avdanê de xeniqî.
Li taxa Açmaliyê ya Eyûbiyeyê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ciwanekî Sûriyeyî yê ku dixwest destên xwe bişo kete kanala avdanê û binav bû.
Hat diyarkirin ku navê ciwanê Sûriyeyî Kamil Mihemed Hemdî ye û ew 20 salî bûye.
Kesên li derdora kanalê aliyên pêwendîdar agahdar kirin.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFADê, cendirme û polîs çûne cihê bûyerê. Tîman di kanalê de dest bi lêgerînê kir.
Di encama lêgerînê de cenazeyê ciwanê 20 salî, 15 kîlometreyan dûrî cihê bûyerê hat dîtin.
Cenazeyê ciwanê Sûriyeyî Kamil Mihemed Hemdî bir Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.