Li Dîlokê bûyera trafîkê: 2 mirî, 10 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nîzibê ya Dîloka Bakurê Kurdistanê, otomobîlekê û barhilgirekê li hev da.

Di encama bûyerê de 2 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Nîzib-Bîracikê îro otomobîlekê û barhilgirekê li hev da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 10 kesên din jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.