Kesê ji malbata xwe 2 kes kuştin û 3 kes jî birîndar kirin mir

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê gumanbarê ji malbata xwe 2 kes kuştin û 3 kes jî birîndar kirin li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Burak Yalçinkayayê li Taxa Kişlayê ya Yuregirê, pêr li ser sifreyê ji ber sedemeke nayê zanîn gule berdan bira û biraziyê xwe û ew kuştin.

Yalçinkaya herwiha diya xwe, buka xwe û biraziyê xwe yê din jî birîndar kirin û hewl da xwe jî bikuje.

Lê ew birîndar bû û tîmên tenduristiyê ew rakir nexweşxaneyê.

Tevî midaxeleyan ew bi ser xwe ve nehat û canê xwe ji dest da.

Cenazeyê Yalçinkaya ji bo otopsiyê bir Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.