HSD li ser şerê Dêrezorê: Rejîma Sûriyeyê hewla derxistina tevlîheviya navxweyî dide

31-08-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor Hikûmeta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şer û pevçûnên dijwar ên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û beşeke Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û hinek eşîran de berdewam in.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” û şerê Dêrezorê daxuyaniyek da.

HSDyê destnîşan kir ku grûpên çekdar, amadekariyan dikin daku li rojhilatê Dêrezorê êrişî wan bikin.

HSDyê herwiha da zanîn ku hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê “bi hewldana derxistina tevliheviya navxweyî” doh çek derbasî herêmê kirine.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Hêzên me yên ku ji bo girtina komên çekdar ên ji rojavayê beravê Çemê Feratê derbasî rojhilatê Dêrezorê bûne, hin tedbîrên din girtin.

Wan koman dest bi amadekariyan kirine daku li rojhilatê Dêrezorê êrişî hêzên me bikin.

Hin hêzên ewlehiyê yên rejîma Sûriyeyê doh êvarê bi hewldana derxistina tevliheviya navxweyî çek derbasî herêmê kir. Li rex wê jî, gef û fişar li rûspiyên herêmê jî xwarin.”

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) herwiha got:

“Tevî ku em spasiya xelkê herêmê dikin ku bi hêzên me re hevkar in, em bang li her kesî dikin bi hewldanên derxistina fitneyê neyên xapandin ku ji bilî aliyên derve kesek sûdê jê wernagire.”

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di şer û pevçûnan de heta niha 31 kes hatine kuştin.

Çi bûbû?

Şeva yekşemê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Li ser vê yekê, alîgirên Ebû Xewle êrişî xalên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Herwiha çekdarên din jî êrîşî binkeya HSDyê ya li bajarokê El Besîrayê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst