Şerê li Dêrezorê berdewam e: 31 kes hatin kuştin

31-08-2023
RÛDAW
Nîşan Dêrezor HSD Encûmena Leşkirî ya Dêrezorê Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrezorê di şerê navbera HSD û beşeke Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê de 31 kes hatine kuştin.

Şer û pevçûnên dijwar ên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û beşeke Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û hinek eşîran de berdewam in.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di şer û pevçûnan de hata niha 31 kes hatine kuştin.

SOHRê ragihand ku şeva derbas bûyî li navçeya Serbê şerekê giran di navbera her du aliyan derket.

Li gorî daxuyaniya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di wî şerî de çekên giran hatine bikaranîn.

Herwiha li navçeyên Cedîd Ikêdat û Rubeydayê yên li rojhilatê Derezorê çekdarên eşîran êrişî xalên HSDyê kir.

Li gorî SOHRê di şerên duh de 3 şervanên HSDyê û çekdarekî eşîra wê navçeyê hatiye kuştin.

Hejmara kuştiyan ji her du aliyan gihişt 31 kesan û ji wan 11 endamên HSDyê ne.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê têkildarî operasyonê daxuyanî da û diyar kir ku opeasyon li gorî plansaziyê û armancên wê berdewam e.

Çi bûbû?

Şeva yekşemê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Li ser vê yekê, alîgirên Ebû Xewle êrişî xalên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Herwiha çekdarên din jî êrîşî binkeya HSDyê ya li bajarokê El Besîrayê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.

Bi dijwarbûna êrişan re, HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyoneke bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dan destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst