Konsulê Amerîkayê li Hewlêrê: Divê rêz li girêbestên neftê yên Herêma Kurdistanê bê girtin

31-08-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Herêma Kurdistanê Neft Gaza Xwezayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê bi Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de ragihand ku divê rêz li girêbestên neftê yên Herêma Kurdistanê bê girtin.

Li gor daxuyaniya Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê, Konsulê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê Irvin Hicks, bi Wezîrê Elektrîkê û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê yê bi wekalet Kemal Mihemed Salih re civiya û piştgiriya Amerîkayê ji bo çaksaziyên wezaretê nîşan da.

Konsulê nû yê Amerîkayê li Hewlêrê Irvin Hicks piştevaniya danûstandinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên bi Hikûmeta Iraqê yên li ser berhemanîna neft û gazê kir û got, “Em bi girêbestên neftê yên heyî re ne û divê rêz li wan bê girtin.”

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ragihandibû ku Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê bi wekalet, “Bi berfirehî behsa destûrî û yasayî ya proseya berhemanîn û hinartina neft a Herêma Kurdistanê kir û projeyên sektorên neft, gaz û elektrîkê pêşkêş kir.”

Di 15ê Sibata 2022an de, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, qanûna neft û gaza Herêma Kurdistanê ku di sala 2007an de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibû qebûlkirin, nedestûrî qebûl kiribû.

Roja 6ê Tebaxa 2007an, Parlamentoya Kurdistanê yasaya jimare 22 ya neft û gaza Herêma Kurdistanê pesend kir ku ji 61 madeyan pêk tê.

Dadgeha Bilind a Iraqê jî biryar da ku Herêma Kurdistanê berhema neftê radestî hikûmeta federal bike, her wiha Wezareta Neftê ya Iraqê çend tedbîr li hember pirsa neft û gaza Herêma Kurdistanê girtin ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên din ve hatin redkirin, bi taybetî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst