XANEQÎN: Iraqê ji ber Alaya Kurdistanê derketina hêzên asayîşa YNKê nav Xaneqînê qedexe kir

Hewlêr (Rûdaw)Fermandeyê Operasyonên Diyaleyê roja Çarşema 31ê Tebaxa 2022an, çûyîna hêzên asayişê yên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) nav bazar û kolanên Xaneqîn a Başûrê Kurdistanê ji ber nûkirina Alaya Kurdistanê ya li xaçerêyekê qedexe kir.

Biryara Fermandeyê Operasyonên Diyaleyê hevdem e ligel nûkirina Alaya Kurdistanê li xaçerêya Ezîz Piştîwan a ser bi taxa Mezrea ya Xaneqînê.

Roja Sêşema 23ê Tebaxa 2022an bi serpereştiya Serokê Şaredariyê ya Xaneqînê Soran Elî Hesen, Alaya Kurdistanê hat nûkirin. Li gor zanyariyên Rûdawê, niha Artêşa Iraqê li şûna Hêzên Asayîşê yên Xaneqînê hatiye bicihkirin.

Serokê Şaredariyê ya Xaneqînê Soran Elî Hesen ji Rûdawê re ragihand, “Di sala 2008an de Alaya Kurdistanê li Xaneqînê li xaçerêya Ezîz Piştîwan hatibû daliqandin û heta niha nehatiye rakirin. Piştî ku Artêşa Iraqê di 16ê Cotmehê de hat, piştî du mehan me ala nû kir û Hikûmeta Iraqê jî ti girîngî bi hebûna wê li wir neda.”

Soran Elî Hesen li ser Pirsa Kurd li Xaneqînê gor, “Ji sedî 90ê şêniyên Xaneqînê Kurd in û mafê me jî weke Kurd heye ku li wî bajarî alayeke ku nûnertiya me dike hebe. Xaneqîn li gorî destûrê herêmeke nakok e, lewma mafê her du aliyan jî heye ku alayên xwe li ba bikin.”

Fermandeyê Operasyonên Diyaleyê rexne li nûkirina Alaya Kurdistanê girtiye û Soran Elî Hesen li ser wê mijarê her wiha anî ziman,  “Duh dema ku me Alaya Kurdistanê li Xaneqînê nû kir, Fermandeyê Operasyonên Diyaleyê gotibû, nabe ku Alaya Kurdistanê bi tenê be, divê alaya Iraqê jî li kêleka wê be.”

Soran Elî Hesen li ser daxwaza Fermandeyê Operasyonên Diyaleyê got, “Li Xaneqînê hejmareke zêde ya alayên Iraqê hene, ew alaya li xaçerêya Ezîz Piştîwan tekane Alaya Kurdistanê ye û ew jî dikarin herin li cihekî din Alaya Iraqê daliqînin lê ne li vê xaçerêyê.”