Parêzerê Malbata Hakan Arslan: Dema cenaze di telîsekî de hat radestkirin malbat gelek pê êşa
Hewlêr (Rûdaw) – Parêzerê Malbata Hakan Arslan, Ferhat Kilinç got ku dema cenaze di telîsekê de radestî malbatê kirin, ew bi vê yekê gelekî êşiyan û bi taybetî dayika wî.
Hestiyên Hakan Arslan ê ku di dema qedexeya derketina derve ya 2ê Kanûna 2015an li navçeya Sûrê ya Amedê hatî ragihandin de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan di telîsekî de radestî bavê wî kirin.
Parêzerê Malbata Hakan Arslan, Ferhat Kilinç jî beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa proseya dîtina cenazeyê Hakan Arslan û şêwaza radestkirina cenaze boyî malbata wî kir.
Parêzer Ferhat Kilinç got: “Hakan Arslan di sala 2016an de li Sûrê canê xwe ji dest dabû. Ji bo dîtina cenaze me serî li dozgeriyê û aliyên din ên peywendîdar dabû, lê cenaze nehatibû dîtin. Me hevdîtin bi kesên ku dihatin darizandin re kir û li gor zanyariyên wan dan me, hinek cih hatin kolandin, lê heta berî salek û nîvê jî cenaze nehatibû dîtin.”
Kilinç da zanîn ku wan berî salek û nîvê nûçeyek dît ku digot di kolandina li Sûrê de cenazeyek hate dîtin û wan jî fikir ku ew cenazeyê Hakan Arslan be.
Li ser vê yekê Kilinç û malbatê dîsa serî li dozgeriyê dane û wan jî nimûneya DNAyê ya dayîk û bavê wî xwestine.
Kilinç diyar kir ku piştî lêkolînê derket holê ku ew cenazeyê Hakan Arslan e û got: “Tevî ku ev hat raporkirin jî lê cenaze ji bo otopsiyê bo Stenbolê hat şandin.”
Parêzer Kilinç şêwaya radestkirina cenaza bo malbatê rexne kir û got: “Roja înê ji dozgeriyê li me geriyan û gotin ku hûn dikarin cenaze werbigirin. Li ser agahdarkirinê bavî ji Erzeromê hat Amedê. Hestiyên mabûn di telîsekî de radestî bavê wî hat kirin û malbat bi yekê gelek êşiya, bi taybetî jî dayika wî. Pêvajo bi vî awayî derbas bû”
Alî Riza Aslan piştî ku hestiyên kurê xwe ji Edliyeya Amedê wergirt, ji bo defnkirinê bir Erzeromê.