Hat Nûkirin - Li Konyayê şerê malbatan: Kuştî û birîndar hene

31-08-2022
RÛDAW
Nîşan Konya Şerê Malbatan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Konyayê yê Tirkiyê di navbera du malbatan de şer derket û li gor agahiyan di encamê de kuştî û birîndar hene.

Bûyer li navçeya Karatay a ser bi Konyayê ve û di navbera du malbatên cîran de çê bûye.

Li gor agahiyên Rûdawê, her du malabt Kurd û ji Bakurê Kurdistanê ne. ku yek ji malbatan ji Qersê û malbata din jî ji Xarpêtê (Elezîz) ye.

Derbarê bûyerê de Parêzerê malabta Dedeogullari ku 7 kesên wê malbatê di êrîşekê de li Konyayê hatibûn kuştin, parêzer Abdurrahman Karabulut ji Rûdawê re got: “Di navbera du malbatên ji Qers û Xarpêtê de şer derketiye û herî kêm 3 kes hatine kuştin. Li gor zanyariyên destpêkê tê gotin ku alozî ji ber cihê kayê derketiye û malbatan şerê hev kirine.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, di bûyerê de Ayhan Erdemir (46 salî) û Mahizer Erdemir (47 salî) ên hevjînên hev ku ji Qers a Bakurê Kurdistanê ne û kesekî din canê xwe ji dest dane.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, şerê her du malbatan ji ber cihê kayê çêbûye û di şer de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihandiye, kesekî bi navê Nurettin A. gulle berdane Ayhan Erdemir (46 salî) û Mahizer Erdemir (47 salî) û ew di cih de kuştine.

Herwiha di bûyerê de kesên bi navê Naif Erdemir, F.E û M.G jî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê hejmarek zêde polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Polîs li cihê bûyerê hinek kes desteser kirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Medyaya fermî ya Tirkiyê herwiya ragihandiye, kesê tohmetbar gule berdane polîsên ku çûbûne cihê bûyerê, lê piştî pevçûneke demkurt gumanbar hat desteserkirin.

Derbarê bûyerê de heta niha ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Parêzer Abdurrahman Karabulut ku di destpêkê de li ser twittera xwe ragihandibû, “êrîşî malbateke Kurd hatiye kirin”, piştî ku çû cihê bûyerê li Konyayê, diyar kir ku şer ji ber cihê kayê di navbera du malbatên ji Bakur; Kurdistanê de derketiye.

Karabulut li ser twittera xwe vîdyoyek ji cihê bûyerê belav kiriye û ragihandiye, “Em li cihê bûyerê ne. Bûyer êrîşa cîranan a ji ber kayê ye. 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn. Êrîşkar bi mudaxeleya polîsan birîndar bû. Rewşa yek ji birîndaran giran e, xeteriya ser jiyana wî didome. Êrîşkar Kurdê Elezîzê ye, malbata êrîş lê hatiye kirin jî Kurd e.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst