Navçeyên Rêveberiya Xweser ji alîkariyên mirovî bêpar in

31-08-2022
Hisên Omer
Navçeyên Rêveberiya Xweser ji alîkariyên mirovî bêpar in
Navçeyên Rêveberiya Xweser ji alîkariyên mirovî bêpar in
Nîşan Rêveberiya Xweser Alîkariyên Mirovî Neteweyên Yekbûyî Hatim Şêxê Mistefa Xelîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Asayişa Navdewletî li pêş vêtoya Rûsyayê nikaribû deriyê Tilkoçer li pêş alîkariyên mirovî vekirî bihêle. Girtina deriyê sînorî, nêzî 5 milyon kes li navçeyên Rêveberiya Xweser, di nav de bi deh hezaran koçber, ji alîkariyên mirovî bêpar kirine. Hejarî û desttengiya xelkê herêmê hiştiye ku rojan ne bi desan xelk ji nav bazaran destvala vegerin nav zarokên xwe.

Hatim Şêxê ku ji bajarê Qamişloyê mamoste ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa bandora tunebûna alîkariyên mirovî dike.

Mamoste Hatim Şêxê dibêje "Nebûna alîkariya navdewletî û girtina Deriyê Til Koçer rewşeke pir xerab li ser jiyana vê herêmê kiriye û ji ber vê yekê bi taybet xelkê hejar gelek zor û zehmetî di jiyana xwe de dibînin. Daketina nirxê lîreyê Sûrî jî roleke pir xerab li ser wan dike û jiyana wan gihandiye asyeke metirsîdar."

Li Parêzgeha Reqayê, heta niha birînên bi destê DAIŞê bi temamî çak nebûne. Bi sedan jin û malbat bê serperştiyar û malxwê mane. Nişteciyên wê jî ji alîkariyên mirovî yên herî seretayî bêpar mane.

Aborînas Mistefa Xelîl, ji bajarê Reqayê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, tunebûna alîkariyên mirovî bandor li bazaran jî kiriye.

Aborînas Mistefa Xelîl  diyar kir "Tinebûna alîkariyên mirovî ji bakur û rojhilatê Sûriyê re bandoreke mezin dike ji ber ku gelek koçber hene ku hewcedariyê alîkariyê ne. Heta niha Netewên Yekbûyî ji herêmê re tiştek nekiriye. Tinebûna van alîkariyan mirovî bandor li bazaran jî kiriye ku heta bisekine. Rewş ber bi xerabbûnê ve diçe. Em hêvî dikin ku NY vê yekê li ber çavan bigre. Bi sedhezaran malbat hewceyî alîkariyên NY ne lê heta niha mixabin tiştek tine."

Tenê Deriyê Bab el-Hewa, li parêzgeha Idlibê, di navbera Tirkiyê û Desteya Tehrîr el-Şam de, bi biryara Encûmena Asayişê ji bo gihandina alîkariyên mirovî vekirî maye.

Nişteciyên parêzgeha Idlibê bi xwe gilî û gazinan ji kêmbûna alîkariyên mirovî dikin. Herçî nişteciyên navçeyên Rêveberiya Xweser in dibêjin ku ji gayê alîkariyan guh jî bidest wan nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst