Bexda: Metirsiya radestkirina Kurdekî Rojavayî bo Hikûmeta Sûriyê heye

31-08-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dilsoz Hesen Bexda Rojavayê Kurdistanê Dersînorkirin Radestkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê ku li Bexda girtî ye, xetera wê yekê heye ku wî radestî hikûmeta Sûriyê bikin.

Ciwanê Kurd ê bi navê Dilsoz Hesen ku temenê wî 25 salî ye li gel çend ciwanên Kurd nêzikî salekê ye li Bexdayê hatine girtin.

Fehîme dayika Dilsoz Hesen û Serokê Rêkxistina Canî Roj ya Mirovî Reşîd Elî Can ji Rûdawê re gotin ku Dilsoz Hesen bi çend gencên din yê Kurd re berî zêdetirî salekê ji Hewlêrê çûne Bexdayê lê li wir hatine girtin û niha ji wan re hatiye gotin ku dê wan radestî Şamê bikin, ev yek jî metirsiyeke mezin li ser jiyana wan çêdike, ji ber ku piraniya wan li Sûriyî ji hikûmetê re leşkeriya neçar nekirine.

Dayîka Dilsoz Hesen ji Rûdawê re dibêje ku wan parêzerek ji bo kurê xwe girtibûn lê nêzîkî 6 hezar dolarên wan xwarin û tiştek ji kurê wê re nekir, nih wan parêzerekî din girtine.

Herwiha dayika Dilsoz da zanîn ku, kurê wê jê re gotiye muameleyeke xerab li gel wan tê kirin û daxwaza pereyan ji Dilsoz tê kirin ji bo ku wî bibin Sûriyê.

“Eger Dilsoz Hesen bê şandin, metirsî li ser jiyana wî heye”

Li aliyê din Serokê Rêkxistina Canî Roj ya Mirovî Reşîd Elî Can ji rûdawê re ragihand, ew daxwaz dikin ku Dilsoz Hesen û ciwanên din yên li gel wî ji bo Sûriyê neyên şandin, ji ber ku metirsî li ser jiyana wan heye û wan leşkeriya neçar ya hikûmeta Sûriyê nekiriye. Reşîd Elî Can got jî, parêzerê berê yê Dilsoz Hesen 6 hezar dolar jê wan wergirtiyê lê tiştek jê re nekiriye.

“Li gor yasayên Federalî, divê bê dersînorkirin”

Farûq Şemran El-Ebdulla parêzerê Dilsoz Hesen beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê rewşa Dilsoz Hesen de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Parêzer Farûq Şemran El-Ebdulla amaje bi yekê kir ku ji bo azadkirina Dilsoz wan hemû rêkaran bikar anî ne û got “em dixwazin wî vegerînin welatê wî. Bi rastî ew ji ber şerê Sûriyê reviyabû û hatibû Kurdistanê û piştre hatiye Bexdayê û li wir hatiye girtin û zindanîkirin.Niha li zindana Keradê ya îqameyan e û hemû kaxezên wî hatine çêkirin û em dixwazin wî vegerînin welatê wî.”

Farûq Şemran di derbarê vegerandina Dilsoz Hesen de diyar kir ku herçiqas zêdetirî salekê di zindanê de mabe û îqama wî ya Hewlêrê hebe jî “Li gor yasayên Federalî, divê bê dersînorkirin.”

Herwiha Şemran ragihand ku nasname û pasaport bi Dilsoz Hesen re nînin lê belgeyên Netewên Yekbûyî ên penaberiyê pê re hene û divê Netewên Yekbûyî jî wî biparêzin, lê yasayên Netewên Yekbûyî û yên Iraqê berovajiyê hev in û “Divê di navbera Netewên Yekbûyî û Bexdayê de havahengiyek hebe.”

Parêzer tekez kur dijberiyek di navbera qanûnên navdewletî û hikûmeta Bexdayê de hene û got “Dadwer biryar daye ku Dilsoz Hesen bê dersînorkirin. Niha netewên yekbûyê hewl dide ku wî rizgar bike û vegerînin Hewlêrê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst