Nûnerê nû yê Amerîkayê Nicolas Grainger bi ENKS re civiya

31-08-2022
RÛDAW
Nûnerê nû yê Amerîkayê Nicolas Grainger bi ENKS re civiya
Nûnerê nû yê Amerîkayê Nicolas Grainger bi ENKS re civiya
Nîşan ENKS Nicolas Grainger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi nûnerê nû yê Amerîkayê ji bo Rojavayê Kurdistanê Nicolas Grainger re civiya.

Îro Çarşema 31ê Tebaxa 2022an nûnerê nû yê Amerîkayê ji bo Rojavayê Kurdistanê Nicolas Grainger li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê serdana ofîsa ENKSê kir û bi serkirdeyê wê re civiya. Hat diyarkirin ku her du aliyan behsa rewşa Sûriyê û çareseriya siyasî kirine.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser serdana Nicolas Grainger got, “Nûnerê nû yê Amerîkayê ji bo naskirinê hatibû, wî got, ENKS yek ji wan aliyên sereke ye li vir û xwestiye me bibîne. Ji bo karkirina qonaxeke nû hatibû. Wî her wiha got, em ji vir dernakevin û di helwesta me de ti guhertin tunene.”

Silêman Oso anî ziman, “Me wek ENKS jê re behsa gelek mijaran kir ku em amade ne bi hev re bixebitin.”

Silêman Oso li ser pirsa girîngiya mijarên civîna Kurdî-Kurdî û operasyona muhtemel a Tirkiyê û behskirina bi nûnerê nû yê Amerîkayê re got, “Em li ser gelek xalan sekinîn lê zêdetir me behsa rewşa aborî ya xelkê kir.”

Danûstandinên Kurdî-Kurdî di Nîsana 2020an de bi serperiştiya Amerîkayê dest pê kir lê demeke zêde ya ku ew danûstandin hatine rawestandin û ti pêşketinek çênebûye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst