Amnesty: Tirkiye û Îranê 14 penaberên Efxan kuştine

31-08-2022
RÛDAW
Nîşan Amnesty Tirkiye Îran Koçberên Efxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty), hêzên ewlehiyê yên Îran û Tirkiyê bi bikaranîna tundûtûjiyê li dijî koçberên Efxan ên ji welatî xwe revîne û vegerandina neqanûnî wan tawanbar dike. Amnesty herwiha dibêje Îranê 11 Efxanên penaber kuştine û Tirkiyê jî 3 Efxanên penaber kuştine.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî derbarê rewşa Efxanên ku ji welatê xwe reviyane ber bi sînorê Îran û Tirkiyê ve diçin de raporek amade kiriye.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî, diyar dike ku bi sedema rewşa li welatê wan û nebûna belge nameyên fermî hêzên Ti rkiyê û Îranê reftareke tûnd bi penaberên Efxan re dikin.

Di raporê de hêzên ewlekarî yên Tirkiye û Îranê tên tawanbarkirin ku gelek caran Efxanên ku hewl didin sînorên xwe derbas bikin, bi awayên deryasayî tên ji aliyê hêzên Îran û Tikriyê ve tên vegerandin û hin caran bi sedema bikaranîna çek tên kuştin.

Rexistinê ku hevpeyvîn bi 74 penaberên Efxanî re kiriye eşkere dike ku 11 penaberên Efxan ji aliyê Îranê û 3 ji aliyê Tirikiyê hatine kuştin, daxwaz ji herdû welatan dike li gor yasa yên nêvdewletî reftarê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst