‘Dagirkirina Efrînê kûrkirina kembera Erebî ye’

31-08-2021
Hisên Omer
Projeyên niştecîkirina Ereb û Tirkumenên hawirde li Efrînê berdewam in
Projeyên niştecîkirina Ereb û Tirkumenên hawirde li Efrînê berdewam in
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Projeyên niştecîkirina Ereb û Tirkumenên hawirde li herêma Efrînê bi lez û bez tên avakirin. Projeya Gundê Besme yê niştecîkirinê ye ku niha biserî bûye û dibistan û saziyên din ên xizmetguzariyê di nav de tên avakirin. Çalakvana Efrînî Zêneb Cimo got: “Dagirikirina Efrînê kûrkirina kembera Erebî ye.

Gundê Besme yê niştecîkirinê, li gundê Şadêrê yê Kurdên Êzidî hatiye avakirin. Ji 13 avahiyên 3 qatan pêk tê ku li her qatek 4 mal lê hene, wate 156 mal di nav projeyê de hene.

Herwiha mizgeft, binkeya tendirustî û dibistan di nav de hene, dibistana projeyê ji 2 qatan û 13 odeyên fêrkirinê pêk tê, bi tevahî 1000 qutabî dê tê de bên fêrkirin.

Çalakvana Efrînê Zeyneb Cimo ku dosyayên binpêkirin û guhertina demografîk bibelge dike, ji Rûdawê re got ev proje berdewamiya projeya Zinara Erebî ye.

Zeyneb Cimo dibêje: “Ev dagirtina talankeran ji Efrînê re û hevgirtina van mêtîngeran li herêma Kurdan berdewamiya siyaseta dijminên Kurdan e. Berdewamî û kûrkirina kembera Erebî ye, şidandina kembera Erebî hêj bêtir li dora Kurdan daku Ereban têkin şûna Kurdan û ew guhertinên demografîk bikin rastiyek li serê Kurdan.”

Li gor dîmenan gurbûna Ereb û Tirkumenên hawirde bo nav projeya Niştecîkirinê ya bi navê Kûwêt Rehme li herêma Efrînê diyar dibe. Ew proja li ser cihê şahiyên Newrozê, li Endîbê, li gundê Avrazê, ser bi Mabata hatiye avakirin. Bi sirûd û alaya Tirkiyê û grûpên çekdar diçine nav komelgeha niştecîkirinê.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Ebdulrehman Apo ku xelkê Efrînê ye, ji Rûdawê re got ku li Herêma Efrînê 57 projeyên niştecîkirina hawerdeyan hene.

Ji wan 18 proje hatine avakirin an jî karê avakirinê li wan berdewam e. Piraniya van projeyan bi fînansekirina hin komeleyên Kuwêtî û Qeterî, û Filesyîniyên 48an, li ser destê Rêxiteneke Tirkî bi navê Destên Spî li ser xaka Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê tên cîbicîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst