Li Wanê qedexe hat dirêjkirin

31-08-2021
Şadiye Resûl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê qedexeyên bi hincetên cuda bi dawî nabin. Li Wanê dîsa ji bo dema 15 rojên din çalakiyên wek xwepêşandan, meş, civînên çapemeniyê, grev û vegirtina konan hatin qedexekirin.

Li parêzgeha Wanê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan ku ji sala 2016an ve heye bo 15 rojên din hat dirêjkirin.

Walîtiya Wanê ragihand, ji 1ê Îlonê heta 15ê Îlonê hemû xwepêşandan, çalakî, meş, vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye îdîakirin ku biryara qedexeyê bi armanca “prensîbên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li zêdetir belavbûna Coronayê û rêgirtin li bûyerên civakî” hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexê, wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst